Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Li Başûr kampanyaya îmzeyan: 25 hezar îmze hatin komkirin

Navenda Nûçeyan |

Tevî qedexeya hatin û çûyînê ya ji ber vîrusa koronayê jî kampanyaya îmzeyê di 5 Tîrmehê de bi tevlibûna endamên Jinên Ciwan ên Têkoşer û Ciwanên Welatparêz ve li seranserê gund, navçe û bajarên başûrê Kurdistanê ve hate destpêkirin.

Endamên Rêxistinê Ciwanan li her dewerê digerin. Ji gel re qala armancên dagirkeriya tirk dikin û di vê çarçoveyê behsa girîngiya kampanyaya îmzeyan dikin. Ciwan, gundan, navçeyan û li bajaran mal bi mal, dikan bi dikan û kolan bi kolan digerin. Li gelek bajaran ciwanan stand jî datînin. Ciwanan di nava 25 rojan de 25 hezar îmze komkiriye.

Kampanyaya îmzeyê li van navçe û bajaran tê meşandin: Silêmanî, Kerkuk, Çemçemal, Kelar, Ranya, Sengeser, Qeladizê, Dûkan, Tekye, Bazyan, Seyîd Sadiq, Pêncwîn, Helepçe, Binarê Qendîl, Derbendîxan, Şarbajêr, Hewreman, Xûrmatû, Qeredax, Kunemasî û Şeladizê.

Gelek peşmergeyên dêrîn, 5 parlementerên Herema Kurdistanê yê Franksiyana Goran, hinek palementerên YNK’ê hem ê parlementoya Heremê hem jî hinek ê Iraqê, 3 parlementerên parlementoya Heremê yên serbixwe, parlementerên Komela Îslamî, çend parlementerên berê, hinek serkirdeyên YNK’ê, partiyên siyasî, rewşenbîr, hunermend, mamosteyên zanîngehê û olî, baweriyên cuda tev li kampanyayê bûne.

Li seranserê başûrê Kurdistanê, temen 15 heta 95 tev li kampanyaya îmzeyê dibe. Di nav kesên ku tev li kampanyaya îmzeyê dibe, parlementer, karmend, karker, xwendekar, dayik, ciwan, jin, cotkar, berpirsê asayîş, polîs û hwd. hene. Dîsa ji bawerî û pêkhateyên cuda hene.

Heta niha ciwanan 25 hezar îmze komkirine. Dema ku ciwan îmzeyan kom dikin, şêniyên ku di derbarê dagirkeriya tirk û Cenga Heftanînê de pirs ji ciwana dikin ciwanan bi awayekî kin agahiyên dawî bi şêniyan re parve dikin.

Li hemû deweran şêniyan, ciwanan re destweşî û spasiya xwe pêşkeş kiriye. Şênî gelemperî wiha nêrînê xwe tînin ziman: “Em dizanin bi vê şêwazî dagirkeriya tirk axa me dernakeve. Dagirkerî tenê bi şer derdikeve. Ew jî gerîla li Heftanînê dike. Dagirkeriya tirk, PDK’ê aniye ser axa me. Lê dîsa jî wek helwest em ê îmze bikin.”

Li hemû deweran eleqerbûnekî mezin heye.

Astengî

Heta niha astengiyek pir cîdî rûnedaye lê kampanyaya îmzeyê li Dûkan, Qere încîr û li Helebçê hatiye asteng kirin. Asayişa Dûkan, dema ciwan îmze kom dikir ji ber hinceta destûr nîn e ciwanan derxistibû der sînorên Dûkanê. Li Helebçe jî du caran cuda cuda 4 ciwan hatiye binçav kirin. Lê dîsa jî kampanyaya îmzeyê hatiye domandin.

Herema Silêmaniyê

Li Tekye, Bazyan, Dûkan, Kûnemasî, Qeredax, Şarbajêr, Bacan û li navenda Silêmaniyê îmze tên komkirin. Navenda Silêmaniyê li ber deriyê Sara stand her roj tê vekirin. Li dewerên din jî bi ger îmze tê komkirin. Li Silêmanî û derdora wî, kampanyaya îmzeyê rastî eleqederbûnek mezin û germahiyek ve hatiye pêşwazîkirin. Şênî piranî di derbarê bêbaweriya xwe ya li hember parlementoyan nêrînên wek, “Parlemento nikara leşkerên tirk derbixe”, “Leşkerên dagirkeriya tirk wan bixwe aniye” û “Parlemento vala ye” bi ciwanan re parve dike.

Herema Kerkukê

Li Çemçemal, Qere Încîr û li navenda Kerkukê endamên ciwanan tev li kampayaya îmzeyê bûne. Li Kerkukê ruxmê piştî 16’ê Cotmehê îlankirina rewşa awarte û qedexeya vîrusa koronayê jî ciwanan bi daxuyaniyek tev li kampanyayê bûn. Ciwanan li navenda Kerkukê bazara Rahîm Awa stand vekirin. Ciwanan dikan dikan û kes kes îmze kom dike. Şêniyên Kerkukê, ji ber dagirkeriya tirk ev kampanyayê pir baş pêşwazî kiriye. Gelek şênî destxweşî li ciwanan dikir.

Herema Raperînê

Kampanyaya li Ranya, Çar Qurne, Sengeser, Qela Dizê, Jar Awa, Hacîawayê birêve diçe. Ciwanan li Ranyayê Baxê Giştî stand vekiye. Kampanya îmzeyê li heremê didome.

Herema Şarezûrê

Li Seyîd Sadiq, Pêncwîn, Hewreman û Helebçeyê 0kampanyaya îmzeyê hatiye kirin. Ciwanan li heremê giranî dane gund û navçeyan. Şêniyên heremê eleqerbûnek mezin nîşan daye. Li heremê bi hezaran îmze hatiye komkirin.

Li Şeladizê û Binarê Qendîlê jî kampanyaya îmzeyan didome. Li gelek gundên Binarê Qendîlê tev li kampanyayê bûye. Li Şeladizê jî bi sedan îmze hatiye komkirin.

Kampanyaya îmzeyê tê domandin. Ciwan hedef dikin ku bigêhijên 50 hezar îmze û ev teslîmê Parlementoya Herema Kurdistanê, Parlementoya Iraqê, Neteweyên Yekgirtû û sefîrên dewletan bikin.

Ciwan dê demekî nêz de bîlançoya kampanyaya îmzeyê bi civînek çapemeniyê ji raya giştiya Kurdistanê re parve bikin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar