Li başûrê Kurdistanê xwepêşandanên di rojên borî yên ji ber nebûna xizmegûzarî, mûçe û bêkariyê destpê kiribû dewam dike.
Di xwepêşandanan de heta niha 6 kes mirin, bi dehan çalakvan jî birîndar bûne. Navenda çalakiyan Silêmanî, Heleçe, Germiyan û Raperînê hate ragihandin ketin-derketin di nava 24 saetan de hatiye qedexekirin. Biryara ku ji aliyê Desteya Ewlekariya Bilind a Silêmaniyê ve hate girtin, qedexeya ku duh saet 00:00’an destpê kir wê heta 9’ê kanûnê saet 00:00’an dom bike.
Di daxuyaniya hate dayîn de ev hate gotin: “Ji bo aramî û ewlekariyê biryar hate girtin ku li Silêmanî Helebçe, Germiyan û Ranyayê ji bo 24 saetan ketin-derketin hatiye qedexekirin. Qedexe hemû herêmên bajar digire nava xwe derbasdar e.” SILÊMANÎ