PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Pazar - 24 Kasım 2024

Li Başûr li dijî dagirkeriyê ‘Desteya Hemahengiyê’ hate avakirin

Eniya Piştevaniya Rojavayê Kurdistanê, Eniya Dengê Niştiman û Eniya Jinên Başûr ku li dijî dagirkeriya dewleta tirk ji bo piştgiriya bi Rojava re hatibûn avakirin, di bin sîwana ‘Desteya Hemahengiyê’ de bûn yek

Bi armanca bilindkirina têkoşîna li dijî dagirkeriya dewlet tirk a li ser başûr û rojavayê Kurdistanê, sê eniyên ku ji bo piştgiriya bi Rojava re hatibûn avakirin ên Eniya Piştevaniya Rojavayê Kurdistanê, Eniya Dengê Niştiman û Eniya Jinên Başûr di bin sîwana ‘Desteya Hemahengiyê’ bûn yek. Ev enî, kar û çalakiyên xwe li hemû herêmên başûrê Kurdistanê dikin.

Eniya Desteya Hemahengiyê ji 300 endaman pêk tê û ji aliyê 9 kesan ve tê birêvebirin. Di nava kesên di desteyê de cih digirin hunermend, mamoste, çalakvan, parêzer, rojnamevan, parlamenter û hinek kesayet û welatiyên herêmê jî hene. Desteya Hemahengiyê ji bo kar û xebatan xwe di bernayemekê de li ser çend qonaxan birêxistin kiriye. Yek ji van xebatan jî avakirina yekitiya neteweyî ya gelê kurd e.

Lidarxistina gelek çalakiyên li dijî dagirkeriya dewleta tirk, boykotkirina malên tirkî û geştiyariyan ji çend xebatên eniyê ne. Her wiha li ser medyaya civakî û ragihandinê jî xebatên xwe didomînin. Tê plankirin ku dê di rojên nêz de ji bo Rojava pêşangehek bê vekirin. Di pêşangehê de dê wêneyên berxwedana şervanan a li dijî dagirkeriyê, wêneyên kesên bi çekên qedexekirî birîndar bûn û hatine qetilkirin bên nîşandan. SILÊMANIYE

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar