Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....
Pazar - 29 Eylül 2024

Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

Li Başûr li dijî êrîşan bertek zêde dibin

Li başûrê Kurdistanê li hemberî êrîşên dewleta tirk a li ser rojavayê Kurdistanê bertek zêde dibin. Parlamentoya Hikûmeta Herêma Federal a Kurdistanê, Hunermend Nasir Rezazî, gelê Silêmaniyê, Alîkarê Serokê Hikûmeta Herêma Federal a Kurdistanê Qubat Talabanî, Alîkarê Sekreterê Giştî yê YNK’ê Kosret Resûl Elî, Tevgera Goran, Hizba Şûî ya Kurdistanê, Hizba Zehmetkêşan a Kurdistanê bi daxuyaniyan êrîş şermezar kirin

Dewleta tirk piştî ku li hemberî rojavayê Kurdistanê dest bi êrîşên dagirkeriyê kir kurdan bi yek dengî bertek nîşanî êrîşan dan û daketin kolanan. Li Silêmaniyê gel meşên girseyî li dar dixin, li Hewlêrê 14 partiyên kurd li hev civiyan û her wiha ji hunermendan heta siyasetmedaran hemû kes li dijî êrîşan nerazîbûn nîşan didin û banga yekitiya neteweyî ya kurd dikin.

Welatiyên bajarê Silêmaniyê êrîşên dewleta tirk ên li ser rojavayê Kurdistanê weke êrîşkirina li ser başûrê Kurdistanê dibînin û yekane riya têkoşîna li dijî dewletên dagirkeriya yekîtiya gel û aliyên siyasî dibînin.

Fazil Emîn: Di dîrokê de dijmintiya dewleta tirk a li hemberî gelê kurd heye. Yekane çareserî yekîtiya gel û partiyên her çar parçeyên Kurdistanê ye.

Mihemed Qadir: Her êrîşekî li ser rojavayê Kurdistanê êrîşkirina li ser başûrê Kurdistanê ye. Divê vê bizanibîn piştî rojavayê Kurdistanê piştre Başûr e.

Parlamentoya Başûr xwest êrîş rawestin

Serokatiya Parlamentoya Herêma Federal a Kurdistanê der barê êrîşên dewleta tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daxuyaniyek da. Parlamentoyê bang kir ku demildest êrîş werin rawestandin û bi riya diyalogê pirsgirêk werin çareserkirin.

Hunermend Rezazî banga yekitiyê kir

Hunermend Nasir Rezazî bi peyamek bi dîmek ku li ser hesabê xwe yê taybet a tora civakî Facebook’ê weşand têkildarî êrîşên dewleta tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê helwesta xwe nîşan da. Nasir Rezazî wiha got:  “Êrîşa li ser rojavayê Kurdistanê êrîşa li ser azadî û demokrasiyê ye. Lewma tenê tiştek dibe garantiya serkeftina me, ew ji yekgirtina partiyan û me ye.”

Talabanî: Îradeya kurdan têk naçe

Alîkarê Serokê Hikûmeta Herêma Federal a Kurdistanê têkildarî êrîşên dagirkeriya dewleta tirk ya li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê daxuyaniyek belav kir. Qubad Talabanî diyar kir ku êrîşên dewleta tirk a dagirker xizmetê ji DAIŞ’ê re dike û wiha got: “Îradeya kurd bi tu hêzek têk naçe. Cîhan deyndarê kurda ye û heya niha jî deynê xwe di dema wê de nedaye. Niha dema wê ye ku Civaka Navneteweyî van êrîşan rawestîne.”

Kosret Resûl Elî xwest hêzên navneteweyî bêdeng nemînin

Alîkarê Sekreterê Giştî yê YNK’ê Kosret Resûl Elî têkildarî êrîşa dagirkeriyê ya dewleta tirk a li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê daxuyaniyeke nivîskî weşand. Kosret Resûl Elî ji bo rewşa êrîşên li ser rojavayê Kurdistanê bang li hemû partiyên kurd kir ku bicivin û diyar ku ew amadene pêşengiyê ji vê xebatê re bikin. Elî bang li hezên navneteweyî kir ku li hemberî êrîşan bikevin nav hewldanan û êrîşan bidin rawestandin.

Zehmetkêşan bi tundî şermezar kir

Hizba Zehmetkêşan a Kurdistanê bi tundî êrîşên dewleta tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kir û ragihand ku armanca dewleta tirk tunekirina nasnameya gelê kurd e û bang li kurdan kir ku bi yek dengî li dijî dagirkeriyê rawestin.

Ji Hizba Şûî banga seferberiyê

Hizba Şûî ya Kurdistanê êrîşên dewleta tirk a dagirker yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kir û daxwaz ji aliyên kurd kir ku li dijî siyaseta dewleta tirk bisekinin û ji ciwanên çar parçeyên Kurdistanê jî  xwest ku bi rihê seferberiyê û bi yekgirtî dagirkeriya tirk têk bibin.

Goran xwest piştgiriyê bidin Rojava

Tevgera Goran şevê din di saetên dereng de li dijî bombebaran û tevgera dagirkeriyê ya dewleta Tirk a li ser rojavayê Kurdistanê daxuyaniyeke nivîskî weşand. Tevgera Goran di daxuyaniyê de ji Hikûmeta Federal a Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê daxwaz kir ku piştgirî bidin Rojavayê Kurdistanê.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar