Li başûrê Kurdistanê her tim alozî û qeyran e. Bi taybetî ji 2014’an vir de alozî û qeyran xelas nabûye; hatin û ketina DAIŞ’ê, referandûm û piştî referandûmê dagirkirina Kerkûkê û deverên binîqaş; DAIŞ çû Heşdî Şabî hat; qeyrana budçe, petrol û deriyên sînor bi hikûmeta Bexdayê re; nedayîna mûçeyan û bertekên gelê Başûr li hember vê yeke; peymana li ser Şengalê û qeyrana bi êzîdîyan re; dagirkirin û bombebaranên dewleta tirk, kuştina sivîlan û rewşa şer a bi PKK’ê re…
Dema mirov van bûyeran bi tevahî tîne cem hev bi rastî jî qeyraneke mezin heye û ne mimkun e ku bi vî rengî bimeşe.
Herî dawî jî 2’ê kanûnê xwepêşandanên gel dest pê kirin. Xwepêşandan bi teybetî li bajarên Silemanî, Ranya, Seyd Sadık, Pencewîn, Helepçe, Kelar Kifrî, Tekye, Germiyan, Hurma, Çemçemal tên lidarxistin. Heta niha yek jê pêşmerge 8 kesan jiyana xwe ji dest daye. Bi sedan bîrandar û binçavkirin hene. Gelek wargehên saziyên hikûmet û maqareyen partiyan hatine şewitandin.
Heta niha gelek caran ev xwepêşandan hatine lidarxistin; karker, karmend, mamoste, derkitene kolanan mafên xwe xwestine. Lê cara yekem ku evqas berfireh û bigirseyî ye. Cara yekem eku sazî dezgehên hikûmet û maqareyên partiyan bi giştî tên şewitandin. Cara yekem e ku evqas kes tên kuştin, girtin û birîndarkirin. Ji ber vê yekê ji wan xwepêşandanên berê pir cuda ne.
Bo çi ev xwepêşandan li dar ketin û cudahiya wan çi ye û çi bibe? Berî her tiştî, temenê xwepêşanderan di navbera 18 -25 de ye. Piraniya wan ciwan in. Eger li cihekî, ciwan pêşeroja xwe nebînin, ew cih wêran bûyî ye. Ciwanên başûrê Kurdistanê heta niha li pêşeroja xwe li hin cihên din digeriyan. Bi taybetî welat diterikandin diçûn Ewropayê û gelek cihên din. Lê ev xwepêşandan û tevlîbûna ciwanan hemû kesan matmayî hişt. Êdî ciwanên Başûr li Başûr li pêşeroja digerin. Her çi qas bûyer wek nedayîna mûçeyan were dîtin jî di esasî de ne ev tenê ye. Ciwan pergaleke demokratîk û azad dixwazin. Di aliyê aborî de ji belavkirineke wekhev û adil dixwazin. Bi van daxwazan derketine kolanan. Pergala heyî û berhevkirinên bi salan, sedema van bûyeran e. Ev jî bi giştî lê tê pirsîn.
Her kes merak dike ku kî van xwepêşandan organîze dike. Hin teoriyên komployî tên kirin. Hin hêz ji vê yekê li gor berjewendiyên xwe yên demê bi kar tînin. Lê ne teoriyên komployî, ne jî manîplasyonên ji bo hesabên polîtîk tên kirin rast in. Dema mirov li xwepêşandanan mêze dike tevir û terza wan dinêre, xwepêşandan bêpêşeng in. Pêşengek bi giştî nîn e. Bela wela ye, bi kîn û nefret tevdigerin. Belav dibin û careke din tên cem hev. Bi girseyî ne û gel jî alîkarî dide wan û mafdar dibînin. Pir dişibin xwepêşandanên ku bi salan e li Baxdayê tên lidarxistin. Jixwe daxwazên wan jî eynî ne.
Dibe ku aniha tenê li Silêmanî, li herêmên Soran werin lidarxistin. Lê nayê wê maneyê ku li herêmên Behdînan û herêmen din ên başûrê Kurdistan ji ev xwepêşandan çênebin. Ji ber ku gelên Behdînanê ji wek herêma Soran nerazîbûnên gel hene û xwedî bertek in. Ev xwepêşandan diyar e ku wê çanda xwepêşandanên nû li başûrê Kurdistanê bi cih bike. Îhtîmal e ku bi vî şiklî belavî hemû deveran bibe.
Li hemberî van xwepêşandanan nêzîkatî û daxuyaniyên hikûmeta herêma Kurdistanê jî rastî bertekan hat. Ji ber ku ji aliyê raya giştî ya Kurdistanê ve ew tiştê ku dihat gotin ne rast dihatin dîtin. Nêzî 15 parlamenter li ber avahiya parlamentoyê dest bi grevê kirin. Hikûmeta herêmê di daxuyaniyê de dibêje, hûn mafdar in ji bo van xwepêşandanan, lê em çi bikin Bexda mûçe nade. Dîsa ji bûyeran PKK’ê berpirsiyar digire. Ew bixwe jî dizanin ku aleqeya PKK’ê bi van bûyeran re nîne, lê bûyer tên manîpule û berovajîkirin.
Ev 30 sal in li Başûr rêveberiyêk heye, lê hêj pirsgirêkên bingehîn ên mirovî bixwe nehatine çareserkirin; av, ceyran, perwerde, tenduristî, çandî, hilberîn, tiştek nîne. Ji van hemû pirsgirêkan sûcdarkirina Bexda û PKK’ê ne rast e. Berovajîkirina bûyeran e û nedîtina rastiyan e. Eger bi vî rengî nêzîk bibin, pirsgirêk wê girantir bibin. Tu kes ne li hember statûya başûrê Kurdistanê ye. Hemû kurd Kurdistaneke azad, demokratîk û wekhev dixwazin. Divê li ser van esasan lêgerîn û lêpirsîn hebe.
Başûrê Kurdistanê di rojên dijwar û bialoz re derbas dibe. Dema ev nîvîs dihat nivîsandin di navbera gerîlayên PKK û PDK’ê de li Amediyê şer derket. Beriya niha dîsa li Deralûkê 3 gundî ji aliyê dewleta tirk ve hatin qetilkirin. Eger wiha bidome wê rewşê cuda derkevin holê. Li Başûr pêwîstî bi pergaleke azad, demokratîk û wekhev heye; pêwîstî bi sekneke neteweyî û demokratîk heye. Wekî din êdî gel vê rewşê qebûl nake.