Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Li Afrîkaya Başûr ji bo Azadiya Ocalan kampanyaya navneteweyî dest pê kir

Koma Xebatê ya Kurd a Başûrê Afrîkayê (KHRAG) û Konfederasyona Sendîkayan a Başûrê Afrîkayê (COSATU) bi daxuyaniyeke hevpar bi navê “Ji bo aştiyeke wekhev a li Tirkiyeyê, azadî ji bo Abdullah Ocalan” kampanyayeke navneteweyî dan destpêkirin

Navenda Nûçeyan

Koma Xebatê ya Kurd a Afrîkaya Başûr (KHRAG) û Konfederasyona Sendîkayan a Afrîkaya Başûr (COSATU), bi daxuyaniyeke hevpar gotin dema wê ye û bi navê “Ji bo aştiyeke wekhev a li Tirkiyeyê, azadî ji bo Abdullah Ocalan” ji bo azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dest bi kampanyayeke navneteweyî kirin. Bi rêya kampanyayê tê xwestin ku ji bo pêkhatina aştiyê ya li Tirkiyeyê, Neteweyên Yekbûyî ji bo azadiya Ocalan bixe nava liv û tevgerê.

Di bangawaziyê de hate ragihandin ku ji bo Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonîo Gûterres nameyeke vekirî hatiye nivîsandin. Di nameya ku ji bo Gûterres hatiye nivîsandin de işaret bi encamên rapora lêkolîna li Îmraliyê ya tebaxa 2020’î ya Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT) û Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê ya Neteweyên Yekbûyî hatiye kirin û hatiye xwestin ku li gorî vê encamê tavilê bikeve nava liv û tevgerê.

Her wiha di bangê de karên ku Neteweyên Yekbûyî li dijî rejîma Apartheîdê ya li Afrîkaya Başûr kiribûn hatin bibîrxistin û hatiye xwestin ku heman Pîvanên Nelson Mandela ji bo Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan jî bê bicihanîn.

KHRAG’ê û COSATU’yê bang li her kesî kirin ku tevlî kampanyayê bibin.

Daxuyaniya bangkirinê wiha ye:

“Armanca me ya bingehîn a ji vê kampanyayê ew e ku li Tirkiyeyê û herêmê, rê li ber aştiyê vekin. Salên dawî rejîma otorîter a Serokkomar Erdogan hem li hundir hem jî li derve polîtîkayeke belavker û êrişkar meşand. Vê polîtîkayê bandoreke neyînî li kurdên li Tirkiyeyê kiriye, her wiha hewldanên aştiyê yên li Rojhilata Navîn, Bakurê Afrîkayê, Kafkasan û Ewropayê têk birine.

Azadiya rêberê rewa yê gelê kurd Abdullah Ocalan, ji bo aştiya li Tirkiye û herêmê, pêwîstî ye.

Em ji tecrûbeya xwe ya li Afrîkaya Başûr zanin ku rastiyeke jêneveger û şertê pêvajoyên aştiyê ew e ku lîderên rewa û pêbawer divê bên berdan.

Weke encama polîtîkayên belavker û binpêkirina mafên mirovan, rexneyên li qada navneteweyî yên li dijî Tirkiyeyê zêde dibin.

‘Em dikarin bi rengekî koordîneyî Neteweyên Yekbûyî bixin nava liv û tevgrê’

Me dît ku dema li dijî rejîma Apartheîdê li qada navneteweyî mirovên azadîxwaz seferber bûn, hingî rê li ber berdana Nelson Mandela vebû û li Afrîkaya Başûr dewleteke demokratîk ava bû. Em di wê baweriyê de ne ku berdana Abdullah Ocalan a bi heman rengî wê ji bo çareseriya aştiyane ya şerê li Tirkiye û herêmê, şert û mercên pêwîst biafirîne.

 Pîvanên Nelson Mandela…

Bi vê armancê em têkildarî Tirkiyeyê û Neteweyên Yekbûyî dest bi kampanyayekê dikin. Em di wê baweriyê de ne ku bi rêya kampanyayek piştevaniyê ya navneteweyî ya koordîneyî, em dikarin Neteweyên Yekbûyî bixin nava liv û tevgerê. Ji ber ku Neteweyên Yekbûyî di banga xwe de ya ji bo berdana Nelson Mandela, mînakek çêkiribû. Her wiha di mînaka ku weke Pîvanên Nelson Mandela tê naskirin de Neteweyên Yekbûyî ji bo amadekirina qanûnên têkildarî girtiyan roleke diyarker lîstibû.

Ev mînak (Pîvanên Nelson Mandela) hem bingeha nêzîkatiya li girtiyên siyasî diyar kir ku hem jî piştrast dike ku berdana lîderên rastî û pêbawer, di her pêvajoya aştiyê de diyarker e.”

Rêxistinên bang kirin, di çarçoveya kampanyayê de ji her kesî xwestin ku nameya vekirî ya ji bo Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî hatiye amadekirin, bi rêya e-maîl, posta, twîtter, facebook û hwd. bişînin.

Name û navnîşana ku bigihînin Gûterres

Amadekarên kampanyayê xwestin ku name ji vê navnîşanê re bê şandin:

Mr António Guterres

Secretary-General United Nations

UN Headquarters, S-3800

New York, NY 10017

USA

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar