Navenda Nûçeyan |
Wezareta Karên Hundir a Herêma Federal a Kurdistanê bi biryareke nû re dema qedexeya derketina derve heta 16’ê nîsanê dirêj kir. Dê biryar ji saet 00.00’an ve bikeve meriyetê.
Di daxuyaniyê de wezaretê ragihand ku ji bo parastina tenduristiya welatiyan ev biryar hatiye dayîn.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku ji bo pêşîlêgirtina belavbûna vîrûsa koronayê (Covîd-19) li başûrê Kurdistanê di 14’ê adarê de qedexeya derketina derve hatibû ragihandin. Ji wê rojê ve gelê Başûr di malên xwe de ne.