Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Li başûrê Kurdistanê hewldanên provakasyonê

Çend roj berê qenala nûçeyan a TRT’ê wek binnivîs ragihand ku cezayê darvekirinê yê bi îdiaya ku li Hewlerê du ciwanên bakurî (Mazlûm Dag û Muhammed Beşikçi) sîxurekî dewleta TC’ê ceza kirine, li wan hatiye birîn ji hêla dadgeha Rêveberiya Hêrêmî ya Başûrê Kurdistanê ve hatiye pesendkirin lê ev nûçe li gel ku di tu qenalên TV’an de nehat dîtin ji weşanê jî hat rakirin. MEDYA HABER TV’ê di heman rojê de di nûçeyên xwe yên êvarê de got ku ev nûçeya TRT’ê xwe dispêre nûçeya malpereke înternetê.

Tevî ku ev nûçeya TRT’ê ya bi binnivîs derbas dibe ewqas girîng e jî lê Rêveberiya Herêmî ya Başûrê Kurdistanê der barê wê de daxuyaniyeke fermî nedaye. Ajansên nûçeyan jî li ser vê nûçeyê nesekinîn û nûçe neşopandin. Bi vî awayî kirin ku ev mijar bê jibîrkirin. Her çend ku der barê vê nûçeyê de daxuyaniyeke fermî nehatibe dayîn jî hem nûçe di TRT’ê de cih girt hem jî polîtîka, komkujî û êrîşên dewleta TC’ê ya qirker ên li dijî Qadên Parastinê yên Medyayê û Şengalê û helwesta wê ya li dijî başûrê Kurdistanê dike ku ev nûçe wateyek xwe ya girîng hebe û hewce ye nûçe bê piştrastkirin.

Pêwendiya dewleta TC’ê û PDK’ê ya Serokatiya Rêveberiya Herêmî ya başûrê Kurdistanê dike û başûrê Kurdistanê wek serokeşîrekî bi rê ve dibe, tê zanîn. Li gor rewşa niha başûrê Kurdistanê ne di nav sînorên Iraqê de lê wek ku di nav sînorên dewleta TC’ê de be tê xuyakirin. Li seranserê sînor gelek qereqol û qeleqolên bi alên dewleta TC’ê hatine lêkirin. Li navendên bajaran buroyên MÎT’ê hatine vekirin. Daxuyanî û polîtîkayên ku li ser navê Rêveberiya Herêmî ya Başûrê Kurdistanê ve tên dayîn, hemû ji hêla “Maseya dewleta TC’ê ya başûrê Kurdistanê” ve tê amadekirin.

Bi heman awayî PDK ya Rêveberiya Herêmî ya Başûrê Kurdistanê di deste wê de ye, destûra her tişta ku dê bike ji TC’ê digire û rapora xwe jî pêşkeşî heman cihî dike.

Rastiyeke din a tê zanîn jî PDK bi dewleta TC’ê re amadekarî dike ku êrîşê Qadên Parastinê yên Medyayê, Şengal û rojavayê Kurdistanê bike. Dewleta TC’ê ya qirker û PDK di her mijarê de bi hev re tevdigerin. Mijarên li ser wan li hev nekin tune ne. Balafirên keşfên yên biçek û bêçek her tim li başûrê Kurdistanê li ser Qadên Parastinê yên Medyayê difirin; her tim ji hewa de û li bejahiyê bombaranê dikin; li bejahiyê êrîşên berfirehkirina qadên dagirkirî pêk tînin; li başûrê Kurdistanê jî wek li bakurê Kurdistanê pergala cerdevaniyê saz dikin; keşif, îstixbarat û hwd. van karan hemûyan bi hev re dikin. Mehên dawîn, ev xebatên bi hev re dikin bi navê PDK’ê dixwazin li Qadên Parastinê yên Medayayê bikin. Ji Heftanînê heta Xakûrkê û heta Hacî Umranê li qadeke berfireh qereqolên dixwazin bi alên PDK’ê lêbikin. Li sînorê Rojava qeleqol û qereqolên tên lêkirin; çeperên tên çêkirin û xurtkirin û hendekên tên kolandin hemû jî hevkariya wan nîşan didin. Bi vî awayî, hem dixwazin Qadên Parastinê yên Medyayê ji hundir ve dorpêç bikin û hem jî çûn û hatina di navbera herêmên Parastinê yên Medyayê ji hevdu qut bikin. Tiştên li Zînî Wertê, Heftanîn, Xakûrkê, Hacî Umran û li sînorê Rojava/Sêmalkayê dikin ji bilî vê ne tiştekî din e.

PDK ya bûye wek milekî dewleta TC’ê ji aliyekî ve amadekariyên wiha dike, ji aliyekî din ve jî her tim hewl dide provakasyonan bike. Bi provakasyonê dixwaze bêje lê binêrin “yê şer derdixe ne ez im”. Bi vî awayî hewl dide di nav kurdan û dostên wan de demagojiyê bike. Li Zînî Wertê, Heftanîn, Xakûrkê û Hecî Umranê hewl da vê bike lê tiştek bi dest nexist. Tişta li dijî Rojava û Şengalê dikin ji bilî vê ne tiştekî din e.

Di pêvajoyeke wiha ya em tê de, di qenala nûçeyan a TRT’ê de nûçeyek der barê pesendkirina cezayê îdamê yê 2 welatparêzên ji bakurê Kurdistanê (Mazlûm Dag û Muhammed Beşiksiz) ku dihat îdiakirin wan sîxurê MÎT’ê li Hewlêrê ceza kiriye, hat weşandin. Di pêvajoyeke wiha de, her çiqas pişt re ev nûçeya hat weşandin ji weşanê hatibe rakirin jî ev nûçe gelek wateyên girîng îfade dike. Çimkî serdemeke gelek nazik e û ji provokasyonê re vekirî ye. Îdamên werin kirin dibe veguhere provokasyonên mezin. Rêveberiya Herêmî ya Başûrê Kurdistanê jî vê nûçeyê nederewandiye. Ev jî nîşan dide ku îdamên her du welatparêzên ji bakurê Kurdistanê wek berjewendiyek ku di destê wan de amade be dixwazin bi kar bînin. Tenê hebûna helwesteke bi vî rengî bi serê xwe gumanên li ser nûçeya ku li TRT Haberê derketiye dikare bihêz bike. Divê neyê jibîrkirin ku Dr. Şivan jî ji aliyê PDK’ê ve hatibû îdamkirin.

PDK ew ê bikeve rêyeke wiha? Yên bixwazin bersiva vê pirsê nîqaş bikin dibe hebin. Lê belê pirsgirêka bingehîn bersiva ku ji bo vê pirsê were dayîn kûrtir e. Dema em tên dawiya çaryeka pêşîn a sedsala 21’emîn, nexşeya Rojhilata Navîn ji nû ve tê xêzkirin. Tişta girîng û bigehîn ew ku wê kurd li vê nexşeyê cih bigirin an na?  Kurdên hatine asta şerekî naxweyî li dar bikeve, ew ê li vê nexşeyê cihê wan tune be. Pirsgirêk evqas zelal û aşkera ye. Dewleta qirker a TC’ê dixwaze vê yekê bi destê PDK’ê bike.

Gelê bakur û başûrê Kurdistanê bi vê rastiyê dizane. Dostên kurdan jî vê rastiyê dibînin. PDK çiqas bi vê yekê dizane, divê bersiva vê jî ew bixwe bide. Lê belê rastiyek heye ku ew di rêyeke xerab û xelet de ye. Israra wan a di vê rêyê de, ew ê zirareke mezin bide gelê Kurdistanê. Lê belê ji her kesî zêdetir ew ê têk biçe.

Ji bo vegera ji vê rêyê hê jî wext heye.

Nûçeyên Têkildar