Muxalefet ji bo zindîkirina demokrasiyê bingeheke bi hêz e. Ji ber ku kar li ser diyarkirina nehevsengiyê û girîngîdana hişyariya civakê dike. Lê, li Herêma Federal a Kurdistanê temenê vê eniya siyasî gelek dirêj nake û ji ber çend sedeman diçe aliyê xeta desthilatê
Piştî raperîna bihara sala 1991’an a li başûrê Kurdistanê çend partî û aliyên siyasî di qonaxên cuda de bûn muxalefet, lê weke çavdêrên siyasî îşaret pê dikin, heta niha muxalefetek aktîv li dijî desthilata Herêma Federal a Kurdistanê pêk nehatiye ku temenek dirêj li ser piyan raweste û kar li ser armancên bingehîn ên muxalefetê bike.
Armanca muxalefetê çi ye?
Li welatên ku sîstema wan parlamenteriye û pir siyasî ye, di dema hilbijartinê de hemû partiyên siyasî nikarin piraniya kursiyên parlamentoyê bi dest bixin û bi hikûmetê ava bikin. Yan jî ji ber cudahiya bernameya û bîrdoziya xwe nikarin li gel aliyên din beşdarî avakirina hikûmetê bibin, ji ber ku ji derveyî hikûmetê dimînin, li parlamentoyê dibin muxalefet.
Muxalefet ji bo hiştina demokrasiyê bingehekî bihêz zindî dike. Ji ber ku kar ji bo wekheviyê dike û li ser gendeliyê çavdêriya karên hikûmetê dike. Di heman demê de, wezîrên û berpirsên hikûmetê tên lêpirsînê. Xemsarî û gendelkaran dide dadgehê. Tevî ku muxalefet timî kar li ser hişyarkirina civakê kar dike û gelek girîngiyê diditê, ji bo ku çarenûsa xwe diyar bike, zêdetir civakê teşwîq dike ku beşdarî siyasî bibe.
Piştî raperînê muxalefet
Piştî raperîna bihara 1991’an mirov dikare dîroka muxalefeta başûrê Kurdistanê bike du qonax. Qonaxa yekemîn, piştî raperînê heta sala 2009’an û qonaxa duyemîn jî ji sala 2009’an û heta niha. Di herdu qonaxan de jî çend hizb û aliyên siyasî li Herêma Federal a Kurdistanê derketin ku di nava van qonaxan de neçûne nava desthilatê de û ala muxalefetê bilind kirine.
Heta sala 2009’an çend partî ji derveyî rêveberiyê bûn. Lê, li gorî çavdêran, beşê herî zêde ya van partiyan gelek kêm sifata muxalefetbûnê hebûn. Ji ber ku rasterast nekarîne li hemberî desthilatê bin. Ji aliyê din ve berdewam çavê wan li vê yekê bû ku bibin beşek ji hikûmetê û beşdarî hikûmetê bibine bû. Piraniya wan jî ji bo ku kar û xebata xwe ya siyasî berdewam bikin alîkarî ji partiyên desthilat digirtin. Tu taybetmendiyên muxalefetbûnê li gel xwe nehiştîbûn û bibûn beşek ji desthilatê.
Di heman demê de, ji ber van partiyan hêzekî zêde ya cemawirî nebûn û li parlamentoyê komek a wan a bihêz nebûn, nekarîne bibin kartekî ya zextan. Da ku bikarin li parlamentoyê bi başî çavdêriya hikûmetê bike yan jî gendelkaran bidin dadgehê. Lewma li parlamentoyê zêdetir hebûna wan sembolîke û gelek caran li ser gendelî, karên hikûmetê û rewşa demokrasiyê bêdengî hilbijartine.
Yek ji van partiyên, ji bo ku ji berî 2009’an rola erênî bibîne û dorî desthilatê be, Partiya Çareseriya Demokrastîka Kurdistanê (PÇDK) bû. Di sala 2002’an de hate demezirandin. Tevî ku li parlamentoyê nexwedî ti kursiyan bû, li Herêma Federal a Kurdistanê di warê muxalefetbûnê de rolek bi bandor girt. Bi taybet ji bo asta hişyarkirina cemawir a li hemberî siyaseta desthilatê.
Piştî 2009’an û avabûna Tevgera Goran dikarin bêjin ku Herêma Federal a Kurdistanê di warê muxalefetê de gavek din hate avêtin. Tevgera Goran di hilbijartina 2009’an de li Parlamentoya Herêma Federal a Kurdistanê bû xwedî 25 kursiyan. Vê jî hêzek zêdetir da muxalefetê û li parlamentoyê karî zextan bike. Dest bi guhertina wezîran kirin. Her wiha çend proje amade kirin, ji bo ku ximzeta welatiyan û pêvajoya siyasî bikin. Li başûrê Kurdistanê ji 2009’an heta 2013’an qonaxa herî geş a muxalafetê bû.
Piştî aşkerebûna encamên hilbijartina 2013’an a Parlamentoya Herêma Kurdistanê rewş hate guhertin. Piştî vê hilbijartinê hemû partiyên siyasî beşdarî hikûmetê bûn. Vê qonaxê di nava gel de gelek fikar çêkirin. Ji ber çavberdana wezîfeyan wiha kir ku girseyê ji dest bidin û nekarin li eniya gel cih bigirin.
Rexneyên li hikûmetê
Li gorî çavdêrên siyasî qonaxa 2013’an bêhêviyek din a gelê başûrê Kurdistanê bû. Ji bo ku ew partiyane şerê gendeliyê bikin û demokrasiyê pêş bixin deng dan wan partiyên muxalefet. Lê, berevajiya xwesteka gel ew beşdarî hikûmetê bûn. Di wê demê de wan partiyan du peyam hebûn. Yek, di ragihandinê de rexne li hikûmetê dikirin û weke muxalefet tevger dikirin. Lê rastiya wan tiştek din nîşanî civakê da. Ew jî ew bûku beşdarî hikûmetê bûn û her yekê çend wezaret girtin û beşdarî wezîfeyên din ên hikûmetê jî bûn.
Muxalefeta neteweyî û niştimanî
Li gorî Mamostayên Zaningeha Dihokê û siyasetmedar Dr. Kamîran Berwarî pêwîstiya başûrê Kurdistanê bi muxalefetekî neteweyî, nîştimanî, siyasî û demokrasî heye ku xwedî fikir, bername û bîrdozî be û wiha got: “Ew partiyên li başûrê Kurdistanê tên avakirin û dibin muxalafet, encama bertekan in. Bertekên li hemberî partiyekê, yan şexsekê, yan jî malbatekê ku berjewendiyên siyasî û şexsî yên madî têk diçin. Li hember hêzekî siyasî ava dikin. Ev hêza siyasî jî piraya dem ne resen in. Mebest ji neresenbûnê ew e ku li cem gel, welat, nîştiman û doza xwe nîn in.”
Pirsgirêkên Tevgera Nifşê Nû
Di qonaxa hilbijartina Parlamentoyê ya 2018’an de jî li başûrê Kurdistanê partiyên nû derketin qada siyasetê. Ew jî Tevgera Nifşê Nû (Neweyê Niwê) û Hevpeymana ji bo Demokrasî û Dadperweriyê bûn. Lê di demek kurt de Hevpeymana ji bo Demokrasî û Dadperweriyê kete ber bi hilweşînê ve çû. Her çiqas beşdarî hilbijartina parlamentoyê bû, ji ber wê hilweşandinê ti kursî bi dest nexist. Tevgera Nifşê Nû (Neweyê Niwê) 8 kursî bi dest xistin. Lê, niha di nava Nifşê Nû de jî pirsgirêkên navxweyî derketine. Lewma dibe ku ji ber neçareserkirina pirsgirêkên xwe yên navxweyî nekare rola maxulefetê bigire û bibe muxalafetek bi bondor.
Parçebûna muxalefetê
Dr. Kamîran Berwarî qala parçebûn û pirsgirêkên navxweyî yên partiyan kir û wiha got: “Li pişt avakirina van partiyan û piştre parçekirina wan armaca xwe heye. Ev armanc jî ew e ku gelê başûrê Kurdistanê bêhêvî bikin. Ji xelkê Kurdistanê re bibêjin, madem filane kes nekarî partiyek siyasî ava bike çawa filan kes dikare ava bike. Ev jî bandorî li ser derûniya xelkê dike. Da ku êdî bêbawer bimînin. Êdî bawerî bi partiyan neynin. Ev yek jî gelek metirsîdar e. Ji ber ku li başûrê Kurdistanê ne gel bawerî bi desthilatê heye û ne jî hikûmetê bawerî bi muxalafetê heye.”
Dr. Kamîran Berwarî diyar kir ku destê desthilatê di vê rewşê de heye û wiha got: “Yekemîn destpê desthilatê di avakirina van partî û komên siyasî de heye. Duyemîn, hem jî destê welatên cîran di avakirina van partiyan de heye û kar pê dikin. Hêzên herêmî û nêvneteweyî naxwazin li başûrê Kurdistanê guhertinek bingehîn pêk were û başûrê Kurdistanê bibe xwedî bername, proje û stratejiyek dirûst.” SILÊMANÎ
Çavkanî: Berhem Letîf / Rojnews