Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Li başûrê Kurdistanê qurbaniyên Enfalê hatin bibîranîn

Li gelek deverên başûrê Kurdistanê qurbaniyên Enfalê hatin bibîranîn. Di merasîma bîranînê de malbatan bang li hikûmetê kir ku biryara Dadgeha Bilind a Sûcan a li ser jenosîdê bi cih bînin

Navenda Nûçeyan

Îro 33’emîn salvegera Enfalê ye ku tê de zêdetirî 182 hezar kurd hatin enfalkirin. Bi vê boneyê li başûrê Kurdistanê qurbaniyên Enfalê hatin bibîranîn.

Li goristana Enfaliyan ya li gundê Dêbne ya ser bi bajarokê Rizgarî ya girêdayî Germiyanê û li goristana Enfaliyan ya li navçeya Çemçemal a girêdayî Silêmaniyê, qurbaniyên Enfalê hatin bibîranîn.

Li Germiyanê ji bo bîranîna qurbaniyan, pêşangehek wêneyan hate vekirin. Piştî ku pêşangeh hate vekirin, saziyên sivîl û dezgehên hikûmetê tacegulên xwe danîn.

Di merasîmê de li ser navê malbatên enfaliyan, Elî Derwêş axivî û wiha got: “Em bang li hikûmeta Iraq û Herêma Federal a Kurdistanê dikin da ku girêdayî yasaya bin û biryara Dadgeha Bilind a Sûcan a li ser jenosîda gelê me bicihbînin.”

Divê sûcdar bên darizandin

Bi heman armancê li Kerkûkê jî malbat û rêxistinên civaka sivîl bi daxuyaniyek çapemeniyê daxwazên malbatên enfaliyan rêz kirin.

Li gorî vê;

Divê kesên navê wan li Dadgeha Bilind wek sûcdar hatine diyarkirin, bên darizandin û cezayê wan were dayîn.

Di Gulana 2007’an de bi fermî biryara binçavkirina 323 sûcdarên Enfalê ji aliyê Dadgeha Bilind ve hat dayîn. Em bang dikin ku kesên sûcdar li qada navneteweyî jî werin darezandin.

Pêwîst e sedema nebûna navê lîsteya sûcdaran were zelalkirin.

Divê sûcdarên Enfalê li saziyên hikûmeta herêmê weke sûcdar bên dîtin.

Pêwîst e serokkomarê Iraqê bi navê dewleta Iraqê lêborînê ji hemû qurbaniyên Kurdistan û Iraqê bixwaze.

Divê mûçeyê malbatên qurbaniyan jenosîd, girtiyan û pêşmergeyên dêrîn weke muçeyê payebilindên Herêma Kurdistanê start werekirin.

Bila hemû lîsteya mûçeyê şehîdan, jenosîd, birîndarên çekên kîmyawî, girtiyên siyasî û pêşmergeyên dêrîn were belavkirin. Ev yek ji bo ku gendelî û navê sûcdaran ji wan lîsteyan were paqijkirin pêwîstiyeke.

Peyama serokwezîrê Iraqê

Her wiha Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî jî bi boneya 33’emîn salvegera Enfalê peyamek belav kir. Kazimî di peyama xwe de qurbaniyên Enfalê bi bîr anî û rêzdariya xwe ji bo şehîdan anî ziman.

Kazimî diyar kir ku divê hemû hikûmet bê ku vegerin dîktatoriyê karên mezin bikin û siyaseta parçebûnê red bikin û wiha got: “Nêzîkbûnek demokratîk, reform û jiyanek hevbeş a aştiyane, rêya xweşkirina Iraqek geş û aştiyê ye. Herwiha yekparçebûna welat, wê Iraqê bi gel û xaka xwe ve bike welatek aram.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar