PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Cuma - 22 Kasım 2024

Li başûrê Kurdistanê yekem jina ku li contrabassê dixe

Li Silemaniyê yekem car xwendekara bi navê Dêjîn Cezaî dest bi lêdana amûrê muzîkê contrabassê kir. Cezaî dixwaze bibe mamosta û contrabassê hînî jinên ciwan bike

Jina ciwan a bi navê Dêjîn Cezaî (20) li bajarê Kolnê ya Almanyayê jidayik bûye. Dibistana xwe ya seretayî li Almanyayê temam kiriye. Lê ev 7 sale vegeriyane Herêma Federal a Kurdistanê û li bajarê Silêmaniyê xwendina xwe dewam dike. Dêjîn niha li beşa muzîkê ya peymangeha Hunerê Ciwanekan ya bajarê Silêmaniyê dixwîne û amûra contrabassê lêdide. Amûra contrabass jî weke amûrên din keman, çelu û gelek amûrên din yên mûzîkê ye.

Dêjîn despêkê dixwest beşê orkestrayê bixwîne. Lê ev yek ji bo wî ne guncav bû. Ji bo vê biryar da ku amêra contrabass fêr bibe.

Contrabass yek ji amûra herî mezin ya mûzîkê ye. Ji ber bilindahiya amêrê hemû kes nikare vê amêra mûzîkê bikarbîne. Jina ciwan Dêjîn jî ji bo bikaranîn vê amêrî guncawe. Dêjîn diyar kir ku gelek kesan ji wî re gotiye ev amêra mûzîkê li gorî bilindahiya bejna we hatiye çêkirin, ji bo vê pirsgirêk çênebûye.

Ev amûra mûzîkê nabe mirov rûniştî lêbide, pêwîst e kesê vê amûrê bikar tîne her tim li ser piyan be. Amûra contrabass temamkera amûra gîtar, çelû û kemanê ye. Yanî bi tena serê xwe notayek tenê dernaxe. Ji bo vê bigiştî li konsêrên mûzîkê de tê bikaranîn. Ji ber ku dengek xweş derdixe û bi amêrên din re dengek din yê ciwan derdixe holê.

Dêjîn niha li hola hûnerî ya bajarê Silêmaniyê, bi hevalên xwe re amadekariyan dike. Dêjîn ji bo tevlî festîvalek taybet bibe, xwe amade dike û wiha got: “Tu cihek ji bo sponsoriya konsêran bike nîne. Ji bo vê emê konseran bi xwe amade bikin. Bavê min gelek alîkariyê dide min. Dema ku em diçin konserek jî bavê min bi min re dibe alîkar. Ez bi koma Lawan ya Silêmaniyê re tevlî konsera hûnermend Hanî bûm. Ez dixwazim piştî min xwendinê temam kir bibim mamosta. Dixwazim jinên ciwan fêrî vê amûrê bikim.”

Dêjîn axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Ger mirov bixwaze fêrbibe, tiştek nabe asteng. Ti cûdahî dinavbera jin û zilaman de nîne. Ji ber ku jin dikarin hemû karek bikin û pêwîst nake em xwe biçûk bibînin û bitirsîn. Jinan her tim pêşengtiya hemû karan kirine.” SILÊMANÎ

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar