Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Federal a Kurdistanê der barê vîrûsa koronayê (Covîd-19) a li tevahiya cîhanê belav bûye de daxuyaniyek nivîskî weşand.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku bi belavbûna koronayê re, heya niha li Herêma Federal a Kurdistanê 3 hezar û 219 kes di kontrola tenduristiyê re hatine derbaskirin û ji van jî tenê 842 kes di karantînayê de mane.
Wezaretê destnîşan kir ku ji 28 kesên bi virûsa koronayê ketin heta niha tenê kesekî jê jiyana xwe ji dest daye. Wezaretê da zanîn ku kesek hatiye dermankirin û yên din jî di bin çavdêriyê de ne. HEWLÊR