Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Cumartesi - 5 Ekim 2024

Li başûrê welat agir geş bû

Li gelek navendên başûrê Kurdistanê agirê Newrozê hat pêxistin û pîrozbahî dest pê kirin. Pîrozbahî duh saetên êvarê dest pê kir û bi hezaran kes beşdarî pîrozbahiyan bûn

Li Qendîl, Hewlêr, Silêmanî, Kelar, Kerkuk, Germiyan û gelek navendên din ên başûrê Kurdistanê cejna Newrozê bi coşeke mezin tê pîrozkirin.

Li Binarê Qendîlê hemû amadekariyên Newrozê temam bûn û pîrozbahî dest pê kir. Bi hezaran kesî ji her çar parçeyên Kurdistanê berê xwe dane Qendîlê. Bi hezaran li Qendîlê gihîştene hev û hîn kom bi kom herikin Qendîlê.

Li Hewlêrê duh saetên êvarê de li Parka Şanedar a Hewlêrê bi beşdarbûna sedan welatî, rayedarên hikûmetê û nûnerên hizban agirê Newrozê hate pêxistin.

Cejna Newrozê bi awayekî girseyî li ser Qela Kerkûkê bi pêxistina agirê Newrozê hate pîrozkirin. Rêvebirê Yekitiya Nîştimanî Kurdisan (YNK) a Kerkûkê Aso Mamend têkildarî Newrozê axivî û wiha got: “Em Newrozê li tevayî Kurdan pîroz dikin. Hêvîdarin ev sala nû bibe sala rizgariya tevayî gelê Kurdistanê.”

Li navçeya Xurmatû, ji aliyê Tevgera Azadiya Civaka Kurdistanê ve şahiyek girseyî ji bo pîrozkirina  cejna Newrozê hate lidarxistin. Di pîrozbahiyê de ji hemû pêkhateyên navçeyê welatî amade bûn.

Li Girê Mamyare yê Silêmanî bi boneya pîrozkirina cejna Newrozê ji aliyê Rêveberiya Giştî ya Rewşenbîrî û Hunerî ya Silêmanî ve bi pêxistina agirê Newrozê şahiyek girseyî hate li darxistin. Di destpêka pîrozbahiyê de Kawayê Hesinkar, Pîremêrd û Zekiye Alkan hatin bi bîranîn. Piştre şahî bi lêxistina dahol û zirnê, bi pêxisitna agirekî mezin li ser Girê Mamyare berdewam kir.

Kakeyiyên parêzgeha Helebce li gundê Hawar bi pêxistina meşaleyan Newrozê pîroz kirin. Di pîrozbahiyê de stran û helbest hatin gotin.

Li Kelha Şêrwane ya navçeya Kelar a Germiyanê bi beşdarbûna gelek kesî û nûnerên partî û rêxistina şahiya Newrozê hate lidarxistin û agir hate pêxistin. Pîrozbahiyê bi deqeyek rêzgirtina ji bo ruhê şehîdan destpê kir. Piştre Serokê Şaredariya Kelarê Ekrem Salih axivî û Cejna Newrozê pîroz kir. Hunermend Osman Mîrweysî çend stran got. Piştre meşaleya agirê Newrozê hate pêxistin.

Li bajarokê Rizgarî ya Kelarê bi beşdarbûna gelek kesan Cejna Newrozê hate pîrozkirin. Di şahiyê de stran hatin gotin û meşaleya Newrozê hate pêxistin. Her wiha nûnerên partî û rêxistinan jî beşdarî pîrozbahiyê bibûn.

Her wiha li bajarokê Kifrî ya Kelarê jî Cejna Newrozê agirê Newrozê hate pêxistin û Cejna Newrozê hate pîroz kirin. Li wir jî gelek kes beşdarî pîrozbahiyê bûn. Piştî agirê Newrozê pêxistin govend gerandin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar