Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Li Baxozê gelek sivîl hatin rizgarkirin

Li gundê Baxoz ê Dêrazorê çeteyên DAIŞ’ê kêliyên dawî dijîn. Dîmenên çeteyan ên ku sivîlan weke mertalên zindî bikartînin derketin holê. Li hêla din jî bi hezaran sivîl ji hêla şervanên HSD’ê ve hatin rizgarkirin

Qonaxa Şerê Tunekirina Terorê ya Pêngava Bagera Cizîrê ku şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ji bo paqijkirina bajaroka Hecînê û gundewarên wê dabû destpêkirin, bi  serkeftî didome. Şervanên HSD’ê li hemberî çeteyên ku di qadekî pir teng de asê mane û sivîlan weke mertalên zindî bikartînin, bi baldarî tevdigerin. Li hêla din jî şervan ji bo ku zirar negihije sivîlan, operayonên taybet li dar dixin.

Komên çete yên ku li gundê Baxozê li qadekî teng hatine dorpêçkirin, sivîlan weke mertalên zindî bikartînin. Nûçegihanên Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) dîmenên çeteyên DAIŞ’ê yên li Baxozê ku sivîlan weke mertal bikartînin kişandin. Di dîmenan de tê dîtin ku çete xwe li ber kortan vedişêrin û li derdora wan jî sivîl hene.

Hezar sivîl hatin rizgarkirin

Li hêla din jî Tîmên Taybet ên HSD’ê ji bo rizgarkirina sivîlên ku ji hêla çeteyan ve weke mertalên zindî tên bikaranîn, operasonên taybet li dar dixin. Di vê çarçoveya tîmên taybet li Baxozê zêdetirî hezar sivîlên ku weke mertal dihatin bikaranîn, rizgar kirin. Hat zanîn ku şervanên HSD’ê sivîlên ku  hatine rizgarkirin derbasî herêmên bi ewle kirin.

Malbatên çeteyan radest bûn

Hêjayî bibîrxistinê ye ku di danê sibehê de şervanên HSD’ê zêdetirî 2 hezar endamên malbatên çeteyan ên ku xwe radest kirin, veguhestin Kampa Holê ya li  Hesekê. Hat zanîn ku malbatên ku derbasî kampê hatine kirin gelek jê ji nasnameyên cuda ne û hinek jê birîndarin jî.

Hat zanîn ku rêveberiya kampê jî malbatên çeteyan pêşwazî kirin û birîndar rakirina nuqteyên Heyva Sor a Kurd. Gelemperiya malbatên çeteyan jî ji jin, zarok û kesên temen mezin pêk tê.  DÊRAZOR

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar