Li 6 gundên Bazarcixê bi sedan avahî hilweşiyane. Li van gundan herî kêm 107 kes canê xwe ji dest dane. Welatiyek ku di baraqeyek naylon de dijî bersiva “Gelo ma girîngiya navê min maye?” dide pirse û bi kurtasî rewşa karesat û bêçaretiyê ya li gundan radixe ber çavan.
Li navande du erdhejên mezin navçeya Bazarcixa Mereşê waliyê Kirikkaleyê Bulent Tekbiyikoglû wek “koordînatorê” erdhejê hat wezîfedarkirin û daxuyand ku li bajêr xebatên lêgerîn û rizgarkirinê temam kirine. Tekbiyikoglû diyar kir ku ji 872 xirbeyan 41 welatî sax hatine derxistin û bi giştî 413 welatî jiyana xwe ji dest dane. Nayê zanîn ku hejmara daneyên li gundan mudaxilî daneyên ku Tekbiyikoglû aşkere kiriye an na. Lê belê li gundên Buyuknacar Kocadere, Buyuknacar Fatîh û Buyuknacar Navend 156 kesan canê xwe ji dest daye. Bîlançoya qurbaniyan a herêma Narli ku piştî erdhejê agahî jê nedihat girtin û daneyên fermî hev nagirin.
Em wek nûçegihanên Ajansa Mezopotamya (MA) çûn gundan û me rewşa gundan di cih de şopand û dîmen û wêneyên gundan girtin.
Piştî me li navenda cihê alîkariyê ya ji aliyê partiyên siyasî û rêxistinên sivîl ve hatiye avakirin, taştê xwar, em bi sê dilxwazên erdhejê Erkan Ozdaş, Enver Ozmen û wênesaz Ercan Altuntaş re derketin rê û me berê xwe da gundê Narliyê bi ser Bazarcixê ve. Seranserî rê avahiyên ku xesar dîtine derdikevin pêşiya me.
Beriya em bigihîjin Narliyê li ser rê em dibînin ku siloyên garis xesarek mezin dîtine û hin aliyên van siloyan bi temamî hilweşiyane. Pişt re bi dorê me dîmen û wêneyên gundên Karaçay, Osmandede, Ordekdede, Evrî-Kumeevler, Evrî merkez, Sarierik û Emîroglû-Betizler girtin.
Ji felaketê rizgar bûye
Rawestgeha me ya ewil gundê Karaçay e û 60 mal lê hene. Ji ber erdhejê hema bêje xaniyê ku xesar nedîtine û hilneweşiyane tune ne. Em çûn ber hewşa malekê û ferdên malbatê li ser maseyê çay vedixwin. Me got em rojnamevan in, me çawa wisa got, malbatê dest bi axaftinê kir û tiştên hatiye serê wan vegotin û diyar kirin ku gundê wan ji felaketê rizgar bûye.
Malbat dibêje şansê mezin ew e ku xelkê herêma wan di mehên zivistanê de diçin bajarên rojavayê Tirkiyeyê û Ewropayê. Her ku me xwe berê nav gund da xesar mezin e û dîmenên karesatê derdikevin pêşiya me. Hin malan tenê xesar dîtiye û hin mal jî hilweşiyane û kevir li ser kevirê nemaye. Gelek wesayît jî di bin xirbeyan de mane. Hin welatî kelûpelên wan ku sax mane, ji bin xirbeyan derdixin.
‘Gelo ma girîngiya nav maye?’
Welatiyek ku di baraqeyek naylon ku kesek dikare lê bimîne de derket pêşiya me. Ev welatiyê mexdûr dibêje ku ew perîşan bûne. Me navê wî pirsî lê wî bersiva “Gelo ma girîngiya nav maye?” dide me û paşê got ku navê wî Akin e.
Piştî gundê Karaçayê me em derbasî gundê Osmandedeyê bûn. Li vî gundî derdora 70 mal hene. 2 jê zarok 4 kesan li vî gundî jiyana xwe ji dest daye û 5 kes bi alîkariya gundiyan ji binê xirbeyan hatine derxistin. Alîkarî û konên AFAD’ê piştî 4 rojan gihîştiye gund. Hê jî hin malbatên li gund bêkon in. Rewşa gundê Osmandede ji rewşa gundê Karaçayê ne cudatir e.
Ji şer reviyan di bin erdhejê de man
Em li gund malbatek ku ji şerê Sûriyeyê reviyaye û li vir bicih bûye dibînin. Du zarokên keçik ên malbatê mirine û lawek wan jî bi giranî birîndar bûye. Dayika zarokan ji bo ferdên malê ku sax mane xwarinê amade dike û ferdên din ên malbatê jî hewl didin ku motorsiklêta xwe ji bin xirbe derxin.
Me ji malbatê pirsî “gelo ne talûke ye” wan jî bersiva, “ka em çi bikin, tekane wesayîta me ya veguhestinê ev e” didin me.
Kevir li ser kevirê nemaye
Paşê jî me berê xwe de gundê Ordekdede û em bi manzereyek dijwartir re rûbirû dimînin. Hema bêje derdora 300 mal û dikan li gund hene û hema bêje hemû hilweşiyane an xesar dîtine û serobin bûye. 10 jê zarok bi giştî 33 kesan li vî gundî canê xwe ji dest daye. Gelek sewalên gundiyan jî mirin e.
Li gorî ku gundî agahî didin me, tîmên rizgarkirinê ji Mêrsînê roja duyemîn a erdhejê hatine û du kesan ji bin xirbeyan derdixin lê belê paşê jî her du kes canê xwe ji dest didin.
Pêdiviya sereke kon in
Xelkê gund dibêjin ji ber wan xizmên xwe din rizgar nekiriye pir xemgîn in û destnîşan dikin ku bi hev re birînên xwe dipêçin û hewcedariya wan sereke kon in.
Hin welatiyên ku bêxew û bêhal mane û di nava xirbeyan de ne, di heman demê de li dijî îktidarê bi hêrs in jî û dibêjin ku alîkarî negihîştiye wan.
Dilxwaz alîkariyê belav dikin
Dilxwazên ku bi me re hatin gundan cil û xurekên ku li cem xwe anîne li gundiyan belav dikin. Xelkê gund herî zêde betaniye, kon, bakliyat, mamayê zarokan, bezên zarokan û extiyaran û pedên jinan daxwaz dikin. Daxwazên hin welatiyan hatin dabînkirin û daxwazên hin welatiyan jî ji Maseya Krîzê re tê ragihandin.
Tenê hewcedarî ne ev in. Ji bo welatiyên nexweş daxwaza derman û tîmên mobîl tê kirin. Her wiha gundî dixwazin ku av û ceyrana wan bê berdan. Şêniyên li taxê her kes li gorî pêdiviya xwe alîkariyê dixwaze.
Şertên dijwar ên zivistanê û têkoşîna jiyanê
Piştî gundê Osmandedeyê jî me berê xwe de yek mezintirîn gundê Evrî yê Bazarcixê û li vir jî em xanî û avahiyên hilweşiyayî ango gundek bûye xirbe re rûbirû dimînin. Tê gotin ku nêzî du hezar nifûsa vî gundî heye. Gelek malbatan kon vedane û bi şertên dijwar ên zivistanê re dijîn. Em ewilî berê xwe didin Evrî-Kumeevler û li vir 15 mal bi temamî hilweşiyan e.
Kumeevler tune bûye
Tenê ne xanî ewqas axurên sewalan jî hilweşiyane. Herî kêm 14 kesan li vir jiyana xwe ji dest daye. Çikmî rewşa birîndarên ku rakirine nexweşxaneyan nayê zanîn. 7 kesên qurbanî ji heman malbatê ne. Ramazan, Sultan, Done, Hasan, Sevcan, Mehmet û Yûnûs Kizik in. Her wiha Cuma û Cafer Aksumur jî xizmên hev in û wefat kirine. Gundî dibêjin zarokek jî di dema kêliya erdhejê de sobe bi ser de ketiye û şewitiye û jiyana xwe ji dest daye.
Li gund bi sedan sewal mirin e. Sewalên di bin xirbeyan de mane bêhn didin. Ji ber ku welatî ketine nav hewldana ku cihê lê bi hêwirin çêbikin, nikarin bi termê sewalan re eleqedar bibin.
Hin welatî ji bo sewalên xwe axûrên xwe tamîr dikin û çêdikin. Hin welatî jî bêhal ketine û agir pêdixin û ku xwe li berê germ bikin û bêhna xwe berdin. Welatî ji aliyekî ve hewl didin birînên xwe bipêçin ji aliyekî ve jî xemgîn ji bo qurbaniyên xwe û hêsir ji çavên wan tên xwarê. Hata zarokan ji tiştekî tune ye û bi sewalên wan sax mane re dileyîzin.
Me xatir ji welatiyên Kumeevlerê xwest û me dîsa berê xwe da navenda Evriyê. Li serê girekî me li gund nihêrî û rûxandina gund hin bêtir xwe radixe ber çavan û tê dîtin. Welatî ji aliyekî ve hem di nava metirsiyê de ne û hem jî ji neçarî konên ku hatine gund ji xwe re vedidin ku lê bimînin.
Herî kêm 40 kesan jiyana xwe ji dest daye
Em hem ji aliyekî ve bi dilxwazan re li cadeya sereke ya gund koliyên alîkariyê belav dikin û hem jî ji aliyekî ve li pirsgirêkên gundiyan guhdar diin. Li navenda Evriyê herî kêm 40 welatî canê xwe ji dest dane. Daxwaza herî zêde ya welatiyên gund kon in. Zarok li derdora dibistana xwe ku hilweşiyane dileyîzin û dê û bavê wan di nava endîşeya ku zarokên wan serma negirin de ne ku cilan ji wan re bibînin.
Her dever bûye xirbe
Piştî gundê Evriyê em berê xwe didin gundê Sarierîkê. Li gund 60 mal hene û tenê 17 malbat lê dijî. Li vî gundî 3 kesan canê xwe ji dest daye. Li ber deriyê her malê kon tên vedan. Her wiha alîkariya ku xizmên gundiyan ji Ewropayê şandine mal bi mal tê belavkirin.
Rawestgeha me ya dawî jî gundê Emîroglû ye. Ji ber karesatek mezin li gund çêbûye û xanî rûxiyane, qey meriv dibêje şerek dijwar li gund qewimiye. Her kolan bi xirbeyên avahiyan tije bûye. Li gund 6 jê zarok bi giştî 12 kesan canê xwe ji dest daye.
Çavkanî: Ajansa Mezopotamya