Li navçeya Bazîdê ya Agiriyê polîsan vê sibehê hemwext bi ser avahiya HDP’ê ya Bazîdê û malên hevserokan de girtin. Polîsan li mala Hevserokên Rêxistina Navçeyê Abdullah Ekelîk û Gonul Ozturk ve girtin û lêgerîn pêk anîn û dû re wan binçav kirin. Polîsan cadeya avahiya HDP’ê ku li serê ye ji çûyîn û hatinê re girt û lêgerîna li avahiyê didome.
Hat zanîn ku hevserokan bi îdiaya ‘endamên rêxistinê ne’ û ‘propaganda rêxistinê kirine’ binçav kirine û wan birine Miduriyeta Polîsan a Navçeyê. AGIRÎ