Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...
Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Li Bedlîs û Xakurkê serdarek û 13 leşker hatin kuştin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPGê diyar kir ku li bakur û başûrê Kurdistanê wan li dijî leşkeran artêşa tirk çalakî li dar xistine, yek jê serdar, bi giştî 13 leşker kuştine û 7 leşker jî birîndar kirine

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPGê derbarê çalakiyên gerîlayan ên li bakur û başûrê Kurdistanê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

HPGê di destpêka daxuyaniya xwe de li ser çalakiya li Xîzan û Bedlîsê rawestiya. HPG destnîşan kir li Bedlîsê hêzên wan çalakiyek li dar xistine û di vê çalakiyê de yek jê serdar 7 leşker hatine kuşrin. HPGê kîte kîtê vê çalakiyê wiha ragihand: Ev demek e ku artêşa tirk a dagirker ji bo ewlehiya rêya Bedlîs û Hîzanê, li serê girekî bendeke kontrolê ava kiriye. Hêzên me çavdêriya tevgerên artêşa tirk a dagirker a li ser vî girî kirine. Hêzên me di 19ê tîrmehê saet di 19.00an de li hemberî transîteke artêşa tirk a dagirke a ku diçû vî girî, çalakiyeke sabotajê li dar xistiye. Ev wesayît îmha bûye, Fermandarê Jendirmeyan a Navçeyê ya Navendî ya Bedlîsê serdar Zafer Akkûş jî di nav de 7 leşkerên dijmin mirine û 5 leşker jî birîndar bûne. Piştî çalakiyê artêşa tirk a dagirker bi helîkopter û wesayîtên zirxî derdora qada çalakiyê bomberdûman kirine. Yekîneya me ya ku ev çalakî li dar xistine, bi silametî vegeriyane baregehên xwe. Di heman rojê de saet di 14.00an de li Qada Şehîd Mizgîn a Tetwana Bedlîsê hêzên me li dijî îstasyona bazê ya telefonan çalakiyeke sabotajê li dar xistine. Di vê çalakiyê de îstasyon îmha bûye.

Di berdewamiya daxuyaniyê de HPGê ev tişt ragihand: Di çarçoveya Pêngava Şoreşger a Şehîd Bager û Şehîd Ronya de hêzên me li dijî tevgera dagirkirinê ya artêşa Tirk a dagirker çalakî li dar xistine. Di van çalakiyan de derbên giran li artêşa tirk a dagirker hatiye xistin.  Di 18ê tîrmehê de dagirkeran xwestine bi helîkopteran leşkeran bînin Qada Dola Çîngene. Hêzên me ji du milan ve li yekîneyên dijmin dane û di vê çalakiyê de 4 leşker hatine kuştin û leşkerek jî birîndar bûye.Hêzên me li balafira hewayî ya bêmirov jî dane û ew îmha kirine. Artêşa tirk a dagirker piştî çalakiyê bi helîkopteran mirî û birîndarên xwe ji qadê derxistiye. Artêşa tirk a dagirker li hemberî vê çalakiya hêzên me, derbeke giran xwariye û neçar maye ku hêzên xwe ji vê qadê bikişîne.

Çalakiya sabotajê hat lidarxistin

HPGê bi berdewam ev tişt aşkera kir: Di 20ê tîrmehê de di destê sibehê de hêzên me li dijî yekîneyeke operasyonê ya artêşa tirk a dagirker a li Girê Helîkopterê çalakiyeke sabotajê li dar xistine. Di vê çalakiyê de 2 leşker hatine kuştin û leşkerek jî birîndar bûye. Artêşa tirk a dagirker leşkerên xwe yên mirî û birîndar ji qadê derxistiye û bi helîkopteran li qadê daye. Yekîneyên me yên ku ev çalakî li dar xistine, bi silametî vegeriyane baregehên xwe.

Li Şirnexê çalakî

HPGê destnîşan kir ku hêzên wan li Şirnexê jî çalakî pêk anîn e û ev tişt ragihand: Roja 19ê tîrmehê hêzên me di çarçoveya Pêngava Tolhildanê ya Şehîd Medya Mawa û Şehîd Rizgar Gever de, li dijî yekîneya artêşa tirk a dagirker ku li eraziyê nêzî gundê Zivîngê yê Şirnexê karên lêgerînê dikirin, çalakiya bi taktîka sabotajê li dar xist. Di çalakiyê de gelek leşker hatin kuştin û birîndar bûn lê hejmara wan nehate tespîtkirin. Piştî çalakiyê artêşa tirk a dagirker bi helîkopterên Skorsky kuştî û birîndarên xwe ji herêmê rakir.

Li Geverê 2 gerîla şehîd bûn

HPGê destnîşan kir ku di encama bombebarana balafirên artêşa tirk de li Geverê du hevalên wan şehîd bûne û wiha got: Roja 18ê tîrmehê saet 08:00an balafirên şer ên artêşa tirk a dagirker bombe li herêma Talê ya navçeya Gever a Colemêrgê barandin. Di vê bombeberanê de 2 hevrêyên me şehîd bûn. Agahiyên têkildarî nasnameyên hevreyên me yên şehîd wê piştre bi raya giştî re werin parvekirin.

Balafirên şer bombe li Metînayê barand

Derbarê êrîşên hewayî yên artêşa tirk de jî HPGê ev agahî parve kir: Di roja 19ê tîrmehê saet 16.30an de balafirên şer ên artêşa tirk a dagirker bombe li Girê Hakkarî yê herêma Metîna ya Herêmên Parastinê yên Medyayê barandin. Di roja 20ê tîrmehê de jî navbera saet 11.00 û 13.00an herêma Şehîd Bêrîtan a Xakûrkê bombebaran kirin. Di vê bombeberanê de tiştek bi hêzên me nehatiye.BEHDÎNAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar