Ji 11 kesên du roj berê li Bedlîsê di çarçoveya operayonên qirkirina siyasî de hatin girtin 4 jê bi îdiaya ‘endamtiya rêxistinê’ hatin girtin
Operasyonên qirkirina siyasî yên hikûmeta AKP-MHP’ê yên li dijî gelê kurd berdewa in. Di vê çarçoveyê de du roj berê li navenda Bedlîsê û li navçeyên wê Tetwan û Norşînê hêzên polîsan ên dewleta tirk bi ser malan de girt û 11 kes binçav kiribûn.
Welatiyên ku hatin binçavkirin birin Edlîyeya Bedlîsê. Dozgeriya dewleta tirk 11 kesên hatin binçavkirin bi îdiaya ‘endamtiya rêxistinê’ û bi daxwaza gritinê şandin dadgehê.
Di encama dozê de hevserê namzeta hevşaredariyê ya Şaredariya Tetwanê ya HDP’ê Serap Çakma Genç Malgir Çakmak, Cahît Kaçan, Îsa Erkoç û kesekî ku navê wê nehat zanîn, bi îdiaya ‘endamtiya rêxstinê’ hatin girtin. Kesên hatin girtin şandin Girtîgeha Bedlîsê. BEDLÎS