Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

Pazar - 29 Eylül 2024

Li Bedlîsê 4 leşker hat kuştin

Gerîlayên HPG’ê li bejahiya Bedlîsê li hêzên dewleta tirk ên derketibûn operasyonê xistin. Di sê çalakiyan de herî kêm 4 leşker hatin kuştin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê destnîşan kir ku hêzên wan li Bedlîsê li dijî leşkerên dewleta tirk ên ku derketine operasyonê xistin. HPG’ê li ser mijarê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

HPG’ê di daxuyaniyê de destnîşan kir ku di 15’ê gulanê de artêşa tirk li qadên Şêx Cûma û Şehîd Mizgîn ên Bedlîsê, bi yekîneyên veşartî dest bi operasyonekê kir. HPG’ê da zanîn ku hêzên wan li dijî leşkerên derketine operasyonê çalakî pêk anî ye û ev tişt ragihand: “Di 16’ê gulanê saet 10.30’î de li geliyê Şinadoxan ê qada Şêx Cûma, hêzên me li dijî yekîneyên operasyonê çalakiyek pêk anîn. Ji cihekî nêz ve li du wesayitên dijmin û leşkerên dijmin xistin. Di çalakiyê de derb li her du wesayitan ketin, 3 leşker hatin kuştin û gelek leşker jî birîndar bûn. Di heman rojê saet 18.40’î de hêzên me li heman geliyê Şinadoxan cara duyemîn li leşkeran xistin. Derbên giran li yekîneya dijmin hate xistin lê hejmara leşkerên mirî û birîndar nehate tespîtkirin.”

Di daxuyaniyê de her wiha ev tişt hat ragihandin: “Di 18’ê gulanê de li quntara Girê Kulitê, hêzên me yekîneya leşkerî şopand. Heman rojê saet di 18.45’an de hêzên me li vê yekîneya dijmin xistin. Di çalakiyê de leşkerekî dijmin hate kuştin, yek jî birîndar bû. Artêşa TC a dagirker êvara 19’ê gulanê bi rengekî bê encam vekişiya. Di dema operasyonê de bi helîkopterên êrîşê û topên obusê qada operasyonê bombe kir.”

Li Avaşînê êrîşa hewayî

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser êrîşên hewayî yên artêşa tirk jî ev agahî parve kir: “Di 20’ê gulanê de balafirên şer ên artêşa TC a dagirker saet di 12.30’î de qada Tepê Sor a herêma Avaşînê, saet di navbera 13.30-14.30’î de jî Geliyê Avaşînê bombe kirin. Ji ber bomberdûmanê zerar negihişt hêzên me.” BEHDÎNAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar