Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Hêvî nebe azadî jî nabe

Pergala qirkirin û êşkenceyê ya li Îmraliyê bi hemû dijwariya xwe dewam dike. Ev nêzî 43 mehan in ji Rêber Apo tu agahiyekê nayê...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Hêvî nebe azadî jî nabe

Pergala qirkirin û êşkenceyê ya li Îmraliyê bi hemû dijwariya xwe dewam dike. Ev nêzî 43 mehan in ji Rêber Apo tu agahiyekê nayê...
Çarşamba - 18 Eylül 2024

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Hêvî nebe azadî jî nabe

Pergala qirkirin û êşkenceyê ya li Îmraliyê bi hemû dijwariya xwe dewam dike. Ev nêzî 43 mehan in ji Rêber Apo tu agahiyekê nayê...

Li Bedlîsê berê herkesî li Îşlek û Îlbasan e

Li Bedlîsê namzetên herî xurt ên HDP’ê ne û ji ber hezkirina wan a nav gel berê herkesî li wan e.  Namzet Farûk Îşlek gotin ku bi pêşîgirtina destbelaviya ku qeyyûm li şaredariyê dike, ew dikarin ji gelê Bedlîsê re xizmet hilberînin

Em saet di 4’ê sibê de ji Amedê ber bi Bedlîsê bi rêketin û piştî 3 saetan gihîştin Bedlîsê. Bedlîsa ku bajarekî dîrokî ye û di nav geliyekî kûr û dirêj de hatiye avakirin, me bi berfa xwe ya ku mehên zivistan û heta nîvê biharê dibare, pêşwazî kir. Em li ser rêya derveyî bajêr ku diçe Agirî û Wanê pêya bûn û ji vêder jî bi servîsekê çûn navenda bajêr. Ji bilî dengê şepîna ketina berfê ya ku ji sîwana avahiyan tê xwarê tu deng ji bajêr dernayê. Di nav vê bêdengiyê de me xwe gihand binaya HDP’ê ya bajar.

Ji bilî ciwanekî hê tu kes nehatiye bînayê. Ji ber vê yekê wekî derve li bînayê jî ji bilî dengê xaşîna ava çayê tu deng dernayê. Piştî demkirina çayê (lê çi feyda çayê ne ya qaçax e!) û xurîniya tenê bi hingiv ku li Bedlîsê bixwe tê hiberandin, ji bo hînbûna atmosfera hilbijartinê, em derketin sûka bajêr nav esnafan. Balkêş e li bajêr hê al û remzên tû partiyê nehatine daleqandin. Beriya hefteyekê HDP’ê hewl daye ku al û remzên xwe li gelek deverên bajêr daleqîne lê bi hinceta ku hê dema vê yekê nehatiye, polîsan ev yek asteng kiriye û destûr nedane ku al û remzên partiyê bên daleqandin.

Şaredarî hat dagirkirin

‘Tevgera Azadiya Kurd ku ji hilbijartinên sala 1999’an ve tevlî hilbijartinên herêmî dibe û heta niha bi dehan şaredariyên bakurê Kurdistanê bi dest xistiye, Şaredariya Bedlîsê cara yekemîn hilbijartinên beriya niha yên ku di sala 2014’an de hatin kirin, bi dest xist. Di vê hilbijartinê de ji bo Şaredariya Bedlîsê Huseyîn Olan û Nevîn Daşdemîr Dagkiran hatibûn hilbijartin. Di meha mijdarê ya 2016’an de di çarçoveya operasyonên dagirkirina şaredariyên DBP’ê de Şaredariya Bedlîs ji aliye AKP’ê ve hat dagirkirin û qeyyûm tayînî şuna hevşaredar Olan û Dagkirin hat kirin.’

Gelek tên hezkirin

Ji ber ku li qeweyan atmosfera hilbijartinan baş tê girtin, li sûkê destpêkê me berê xwe da qeweyan. Kesên ku me xwe li qeweyan me gihand wan bê îstîsna nexwestin navê xwe bidin û wêneyên wan bên kişandin. Dema me sedema vê yeke pirsî, binçavkirin û girtina operasyonên qirkirina siyasî bi bîr xistin û diyar kirin ku ew naxwazin ji ber nêrîn û texmîn xwe yên hilbijartinê bên binçavkirin û girtin. Lê li gel vê yekê her kesê ku me xwe gihand wan nêrîn û texmînên xwe aşkera kirin. Berê piranî kesan li namzetên HDP’ê yên bajêr Farûk Îşlek û Zekiye Îlbasan e.

Hem Îşlek û hem jî Îlbasan li bajar gelek tên heskirin û piştgiriya ji bo wan zêde ye. Kesên li qeweyan gotin ku ew piştgirî nadin Îşlek û Îlbasan jî razîbûna xwe ya ji bo wan anîn ziman û destnîşan kirin ku ew ji namzetê AKP’ê Nesrûllah Tanglay ne razîn e û li gel vê yekê jî dê dengê xwe bidinê. Piştî çend rûniştinên xwe yên li qeweyan, ji ber ku hewa sar e û mirov bi hêsanî kesî li derve nabîne, me berê xwe da dikanan û bi esnafan re hilbijartinê axivîn.

Partiya dayikê!

Esnafên ku me pirsa encamên hilbijartinê ji wan kir jî weke kesên li qeweyan nexwestin navê xwe bidin û wêneyên wan bên kişandin. Esnafekî dagirkirina qeyyûman a şaredariyê bi bîr xist û ev tişt anî ziman: “Partiya ku qeyyûm tayyînê şaredariyê me kir dê bi tu awayî deng ji me negire. Divê şerm bikin bên dengan bixwazin lê ji ber ku rûşûştî ne, tên dengan ji me dixwazin. Lê divê zanibin ku em ji ber pergala wan a qeyyûman piştgiriya namzetên HDP’ê dikin. Me çawa ku wan di 2014’an de têk bir, em ê vê carê jî wan têk bibin.”

Em li Sûkê rastî dayikek ku temenê wê di seriya 50’yî de jî hatin. Dayikê ji wênekêşa me fêm kir ku em rojnameger in û ne ji Bedlîsê ne. Dayik ber bi me hat û li şûna me wê pirsa destpêkê kir û got ku hûn jî bo partiya me hatine? Me jî jê pirsî ku partiya wê kîşan e? Li ser pirsa me dayikê xwe aciz kir û got ku çawa çidibe em ji pirsa wê fêm nakin ku qala kîjan partiyê dike. Dayikê bêguman qala HDP’ê dikir û ji ber ku me wê û partiya wê ji pirsa wê naz nekir, xwe gelek aciz kir.

Dê beşdarbûna jinê zêde bike

Piştî ger û geşta xwe ya nav bajêr em bi namzetên hevşaredariya Bedlîsê Zekiye Îlbasan û Farûk Îşlek re jî hatin gel hev û li ser pirsgirêkên bajêr û çareseriya van pirsgirêkan axivîn. Zekîye Îlbasan ku demeke dirêj e di HDP’ê û partiyên beriya HDP’ê de siyaset dike, di axaftina xwe de destpêkê bal kişand ser pirsgirêkên jinan ên li bajêr û wiha got: “Lingekî civakê jin e. Ji ber vê yekê li gorî siyaseta me beşdarbûna jinê ya rêveberiyan ji bo me gelek girîng e. Heke ez bêm hilbijartin dê beşdarbûna jinê ya rêveberiyê xurt bikim.

Îlbasan da zanîn ku di nêzikbûna civaka Bedlîsê ya li hemberî jinê de şikestinek çêbûye û got ku dema diçe malbatan ziyaret dike ev yek xwe aşkera dide der û ev tişt anîn ziman: “Ji ber namzetiya min jinên Bedlîsê gelek kêfxweş in. Dema diçim serdanên wan ji min re dibêjin ku bi hilbijartina min re dê  êdî bi hêsanî bikaribin bên şarederiyê pirsgirêkên xwe bi rêvebereke jin re parve bikin.”

Îlbasan di berdewamê de jî bal kişand ser bedelên ku gelê Bedlîsê di rêya aştî û demokrasiyê de daye û wiha pê de çû: “Gelê me gelek êş kişandiye. Ji bo rizgarkirina xwe ya ji van êşa di serî de partiya me HDP’ê û paşê jî me nûnerên HDP’ê ji xwe re wek hêvî dibîne. Em ê bi hilbijartina xwe re vê hêviya ji partiya xwe vala dernexin û ji bo çareserkirina pirgirêkên gelê xwe çi bikeve ser milê me, em ê bikin. Herî dawî Îlbasan got ku divê gelê Bedlîsê ji bo pêkanîna azadî û demokrasiyê, parastina dîroka Bedlîsê û çareserkirina pirsgirêka binesaziyê, îstihdamê û xwerêvebirinê dengê xwe bide wan.

Pirsgirêk tespît kirine

Farûk Îşlek ku 27 salan di saziya elektrîkê (TEDAŞ) ya dewletê de karmendî kiriye û bi darê zorê hatiye teqawîtkirin jî diyar kir ku ji ber dîwarek di navbera şaredariyê û gel de heye gelê Bedlîsê xizmeteke baş û pêwîst ji Şaredariya Bedlîsê nagire û got ku ew ji bo hilweşandina vî diwarî di HDP’ê de bûye namzet. Îşlek da zanîn ku ew soz didin ku dema bên hilbijartin di tu cudahiya olî û neteweyî nekin nav gel û ji herkesî ji xizmetek wekhev bibin û li ser tespît û beşdarbûna gelê xwe ji pirsgirêkên bajêr re çareserî bibînin.

Îşlek destnîşan kir ku desthilata AKP’ê li ser gel tirsek mezin ava kiriye û  ev tişt anîn ziman: “Her çiqas bixwazin gel bitirsînin û bi vê tirsê bi serkevin jî ji niha ve gelê me vê daxwaza wan a tirsê têk biriye û piştgiriyeke mezin dide me. Ji bo hilweşandina pergala zilmê ku dixwazin ava bikin divê gelê me tişta bikeve ser milê wî bike. Îşlek got ku pirsgirêkên Bedlîsê gelek in û wan van pirsgirêkan tespît kiriye û niha ji bo çareserkirina van pirsgirêkan dest bi amadekirina projeyên xwe kirine.

Îşlek da zanîn ku dê di rojên pêş de van projeyên xwe ji raya giştî re aşkera bikin û bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî û bal kiaşnd ser diziya ku qeyyûmê Bedlisê li şaredariyê dike: “Rêveberiya qeyyûm li Şaredariyê destbelaviyeke mezin dike. Em di wê baweriyê de ne ku em ê bi pêşîgirtina vê destbelaviyê re gelek xizmet ji gelê xwe re hilberînin. Ji bo vê yekê jî divê destpêkê em roja 31’ê adarê li hemberî wan bi ser kevin.”

Tetwan û Xelatê jî digire

Di encamê de mirov bi hêsanî dikare bibêje ku HDP li Bedlîsê dibe partiya yekemîn û li dijî tifaqa faşîst a AKP-MHP’ê ku ji bo têkçûna HDP’ê ya li Kurdistanê hatiye avakirin, bi ser dikeve û Şarederiya Bedlisê bi dest dixe. Ji bilî navenda Bedlîsê û navçeyên mîna Norşîn, Matkî û Xîzanê ku di hilbijartinên sala 2014’an de girtibû dê HDP navçeyên Xelat û Tetwanê ku di heman hilbijartinê de bi ferqeke biçûk winda kiribû jî digire.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar