Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Li Behdînanê herî kêm 80 kes hatin binçavkirin

Hêzên asayîşa PDK’ê bi hinceta ku tev li berxwedana Şêladizê bûne, 80 kes binçav kirin. Hat zanîn ku heta niha aqûbeta 50 welatiyan nayê zanîn

Li başûrê Kurdistanê piştî ku gelên Dihok, Behdînan, Şêladiz û Dêralokê li dijî dagirkeriya dewleta tirk dest bi berxwedanê kirin, hêzên asayîşê nêzî 80 kes binçav kirin. Di nav kesên hatin binçavkirin de rojnameger, çalakger û siyasetmedar jî hene.

Der barê mijarê de endamê Navenda Parastina Mafên Rojnamegeran (METRO) Guhdar Zêbarî anî ziman ku endamên partiyê hatine berdan lê zêdetirî 50 welatiyên ku tev li çalakiyê bûn hîn biçavkirî ne û tu agahî ji wan nayên girtin. Zêbarî got kesên ku hatine binçavkirin rastî heqaretê hatine û hîn nizanin bê ka li ku tên girtin.

Zêbarî diyar kir ku xwendekarên Zanîngeha Dihokê yên ku bi sirûdekê piştgirî dan berxwedana Şêladizê jî rastî gefên hêzên asayîşê hatine. Zêbarî da zanîn ku xwendekaran diyar kiriye ku hêzên asayîşê bi ser malên wan de girtine û banga alîkariyê kirine.

Di heman demê de 3 endamên Tevgera Nifşê Nû, hevserokê Tevgera Azadî yê Herêma Behdînanê û çend endamên wê jî di nav kesên hatine binçavkirin de ne.

Yek ji kesên hatin binçavkirin endamê Odeya Peywendiyên Siyasî ya Tevgera Goran Eyhan Seîd jî anî ziman ku ew, çend endamên din ên Tevgera Goran û endam û rojnamegerên YNK’ê hatine berdan.

Çi qewimî bû?

Li hemberî bombebarana artêşa tirk a li dijî herêmê ku di encamê de gelek sivîl hatine qetilkirin, di 26’ê çileyê de bi tevlêbûna bi sedan welatiyan li Şêladizê çalakiyek hate lidarxistin. Welatiyên ku bi ser baregeha Siriyê ya li Şêladizê de girt, tangên artêşa tirk û konên wan şewitand û rûxandin. Di çalakiyê de hêzên artêşa tirk jî li ser gule reşandin û di encamê de zarokeke 13 salî hate qetilkirin. Her wiha kesekê temen mezin jî ji ber rabûna balafirê krîza dil derbas kir û canê xwe ji dest da.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar