Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Li Behra Spî karesat: 117 penaber xeniqîn

Li peravên Lîbyayê boteke ku 120 penaber tê de bûn noqî avê bû. Di encamê de 10 jê jin û 2 jê pitik, bi giştî 117 penaberan jiyana xwe ji dest da

Bota ku 120 penaber tê de bûn, li peravên Lîbyayê noqî avê bû. Li gorî agahiyan, di nav de 2 pitik û dayikeke ducanî jî, bi giştî 117 penaberan jiyana xwe ji dest dan. Ji penaberên di keştiyê de tenê 3 kes hatin rizgarkirin.

Li gorî nûçeya çapemeniya Îtalyayê, di şeva pêncşemê de bota ku 120 penaber tê de bûn, li bajarê Garabullî yê Lîbyayê bi rê ket piştî rêwîtiya 10 saetan, li 45 mîl dûrî Trablusê noq bû. Hat zanîn ku 3 saet piştî noqbûna  botê mudaxale hatiye kirin û gelemperî jê penaberên Afrîkaya rojava, cenazeyê 117 penaberan hatiye dîtin. 2 jê sûdanî û yek jî jê gambiyayî bi giştî 3 penaber jî  ji hêla Hêzên Behrê yên Îtalyayê ve hatin rizgarkirin û bi helîkopterê anîn Girava Lampedusayê.

Pitik û jinên ducanî jî hebûn

Hat ragihandin ku tevî lêgerîna di temamiya şevê ya li cihê bûyerê ya Hêzên Behrê yên Îtalyayê û Hêzên Ewlehiyê yên Qeraxê yên Lîbyayê jî ne bot û ne jî cenaze nehatin dîtin. Li gorî agahiyên kesên hatin rizgarkirin, ji kesên jiyana xwe ji dest dan yek jê ducanî 10 jin û yek jê 2 mehî du pitik jî hebûn.

Têkildarî mijarê Alîkarê Serokwezîrê Îtalyayê û Wezîrê Karên Hundir a Îtalyayê Matteo Salvînî ku lîmanên Îtalyayê li penaberên ji Behra Spî tên girtiye, axivî û wiha got: “Li peravên Lîbyayê careke din mirin heye. Heta ku lîmanên Ewropayê vekirî bin, heta ku hinek kes alîkariyê bidin tacîrên mirovan dê qasibkarên mirovan dev ji kuştina mirovan û vî karî bernedin.”

Hêjayî bibîrxistinê ye ku di sala 2018’an de hejmara penaberên di Behra Spî de jiyana xwe ji dest dane weke 2 hezar 262 kes hatibû ragihandin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar