PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Cuma - 22 Kasım 2024

Li ber avahiyên AKP’ê çalakî berbelav dibin

Cemal Yildirim ê îxrackirî û dayikên xwendekarên leşkerî ku ceza li wan hatiye birîn li ber avahiya AKP’a Enqereyê hatin binçavkirin. Li ber avahiya AKP’a Kayseriyê jî destûra dayikên leşkerên girtî nehat dayîn çalakî li dar bixin

Cemal Yildirim ê endamê Sendîkaya Kedkarên Buroyê ku bi KHK ji karê xwe hat îxrackirin û dayikên xwendekarên dibistana leşkerî yên di hewla darbeya 15’ê Tîrmehê de hatin girtin û ceza li wan hat birîn xwestin li ber avahiya Rêxistina AKP’ê ya Enqerê çalakî li dar bixn. Polîsan destûr neda çalakiyê, Cemal Yildirim û dayikên xwendekaran bi lez û bez binçav kirin.

Yek ji dayikan dema polîsan mudaxeleyî wan dikir got ew ê ji îro şûn ve bi girseyîtir biçin ber avahiya AKP’ê.

Dayika Furkan Çetînkaya yê cezayê muebetê lê hat birîn Melek Çetînkaya xwe da pêşiya Cemal Yildirim ê polîsan wî binçav kir û wiha got: “Qey çi kiriye. Karê xwe dixwaze. Hûn nikarin bibin tu deverê.” Xwest bi vî awayî binçavkirinê asteng bike. Polîsan li ser vê yekê hem Yildirim hem jî Çetînkaya kaşkirin maşîneya binçavkirinê.

‘Em ne dayik in?’

Ji dayikên leşkeran Sanem Denîzkural a hat binçavkirin jî bertek nîşanî polîsan da û wiha got: “Dayikên li Amedê dayik in lê em ne dayik in? Em zarokên xwe dixwazin. Heta zarokên me bidin me em ê li vir çalakiya xwe li dar bixin.”

Melek Çetînkaya, Emîne Uyanik, Sanem Denîzkural  û Cemal Yildirim hatin binçavkirin.

Li Kayseriyê jî çalakî

Li aliyê din 4 dayikên xwendekarên dibistana leşkeriyê dixwendin û hatin girtin xwestin li ber avahiya Rêxistina AKP’ê ya Kayseriyê çalakî li dar bixin. Polîsan dayikan ji ber avahiya AKP’ê dûr xistin û hat îdiakirin ku dê piştre randevû bidin dayikan. ENQERE / KAYSERÎ

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar