Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Li ber çavên cihanê cihên sivîlan bombebaran dike

Balafirên şer ên dewleta tirk a dagirker li ber çavên cihanê roja yekşemê li rojavayê Kurdistanê sazî û cihên xizmetê didan bi milyonan kesî bomberan kirin . Ji ber êrîşên qirkirinê kantonên Kobanê û Cizîrê tarî bûn.Fermandariya Giştî ya HSD’ê ragihand ku bersivdayîna êrîşan mafekî wan a rewa ye.

Dewleta tirk a dagirker ku derbên giran ji gerîlayên azadiya kurdistanê dixwin û ji bo hilweşîna xwe veşêre li ber çavên cihanê saziyên xizmetê dide sivîlan bomberan dike. Balafirên şer roja Yekşemê bombe li navendên elektrîkê û xizmetên bingehîn barand ku xizmetê ji milyonan mirovî re dikin.

Dewleta tirk a dagirker di saetên destpêkê yên rojê de êrîş bir ser Eyn Îsa, Kobanê û Dirbêsiyê, li Kantona Cizîrê jî bombe li gelek navendan barand. Dewleta tirk êrîş bir ser stasyona elektrîkê ya li Eyn Îsayê, nuqteya asayî ya li başûrê bajêr û li Kobanê jî bombe li stasyona elektrîkê û navenda ku weke Lafarge tê naskirin.

Di encama êrîşan de li Kobanê û 300 gundên li derdorê, her wiha li Eyn Îsayê elektrîk qut bû. Dagirkeran li Kobanê her wiha êrîş birin ser depoyeke genim. Arkujiya li bajêr jî bû hedefa dewleta Tirk a dagirker.

Li Amûdê jî stasyona elektrîkê, li gundê Kotih ê li rojavayê navçeyê û gundê Merkeba hatin bombekirin.

Balafirên şer ên dewleta tirk a dagirker li Cizîr û Tirbespiyê êrîş bir ser santralên elektrîkê û avahiyên xizmetê, bi balafirên bêmirov bombe li noqteyeke rejîma Sûriyeyê jî barand. Hate ragihandin ku di encama êrîşê de 5 leşkerên Sûriyeyê jiyana xwe ji dest dan.

Dewleta tirk êrîş bir ser rojnamegerên jî ku li herêmê dîmen dikişandin. Saet derdora 16:30’î cihê ku rojnamevger lê bûn ku êrîşa li ser depoya genim a li Kobanê dikişandin, bi balafireek bêmirov hate bombekirin. Di encama êrîşê de rojnamegerek birîndar bû.

Ji ber êrîşên dewleta tirk a dagirker li Kantona Cizîrê elektrîk bi temamî qut bûye. Ofîsa Ragihandin û Enerjiyê ya Kantona Cizîrê li ser malpera xwe ya înternetê daxuyaniyek da û diyar kir ku ji ber stasyonên gaz û elektrîkê bi balafirên bêmirov hatin bombekirin, li gelek febrîqeyan hilberîn rawestiya ye.

Balafirên şer li herêma Koçerat a Dêrikê navenda bikaranîna petrolê ya Tifla bombe kirin. Di encama êrîşê de xisar li wesayitên li navendê bû. Artêşa Tirk a dagirker stasyona gazê ya li gundê Siwêdiyê ku di navbera Girkê Legê û Dêrikê de ye 10 caran bombe kir.

Dewleta tirk a dagirker îro hola Itêşan a dawetan li rojavayê navçeya Dirbêsiyê bombebaran kir.

Li hemberî êrîşên dewleta Tirk a dagirker saziyên navneteweyî bêdeng in. Dewleta tirk bi bombekirina navendên xizmetê sûcê şer kir, lê heta niha nerazîbûn nehatiye nîşandan.

Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) nerazîbûn nîşanî êrîşên dewleta Tirk da û got, “Êrîş wê bêbersiv nemîne.”

Daxuyanî wiha ye:

“Wezareta Parastinê ya dewleta tirk a dagirker di çarçoveya îdiayên xwe yên derew yên dûbare de îdia kir ku di êrişên wê yên domdar ên li ser herêmên me Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de hin şervanên me şehîd bûne. Em diyar dikin ku ev îdia derew in. Ev îdia amûrên sabit ên dagirkeran e. Dagirker bi rêya van amûran hewl dide sûcên xwe yên hedefkirina binesazî, navndên xizmetguzarî, qadên niştecihbûnê û jêderên debarê veşêre. Belgeyên bi dîmen îsbat dikin ku ew sûc ji tevahî îdiayên dûbare yên Tirkiyeyê mezintir û zelaltir in. Ev belge raste rast e dewleta tirk krîmînalîze dikin.

Dewleta tirk a dagirker di du rojên borî de bi balafirên xwe yên şer û yên bê mirov saziyên enerjî û yên kehrebeyê, dîsa embarên genim, ekîbên agirkujiyê, malên sivîlan, baxçeyên wan, jêderên debara wan, rêyên serke û derdora bajaran kirin hedef. Ji ber van êrişan wêraniyeke mezin çêbû. Di encamê de gihandina xizmetan, enerjî, kehrebe û av jî di nav de ji bo sed hezaran kesî rawestiya.

Hedefên rasterast û erişên dijminane, dijbertiya dewleta tirk a dagirker a li tevahî şêwazên jiyanê û hêmanên wê yên li herêmê diyar dikin. Ev êriş aşkera sûcên şer in, armanc jê ew e ku ziyaneke mezin bighîne jiyana şêniyan û wan bitirse. Her wiha rûyê rast ê fikrê bi sûc ê dagirkeran nîşan dide.

Em teqez dikin ku bersivdayîna êrîşan mafekî me yê rewa ye. Em ê ji her demên bêtir gelê xwe û herêmên xwe bi xurtî biparêzin. Şervanên me dê êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk bê bersiv nehêlin; ev soza me ye ku bi gelê me yê berxwedêr re nû dikin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar