Heyetek ji hevserok û hevberdevkên HDP, KCD, DBP û HDK’ê û parlamenterên HDP’ê û heyeta biyanî beriya danişîna Leyla Guven a hat tehliyekirin li ber Edliya Amedê piştgirî dan Guven
Beriya danişîna doza Hevseroka KCD’ê û Parlamentera HDP’ê Leyla Guven a 79 roj in li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ye komek qelebalix li ber Dadgeha Amedê sekinî û piştgirî da Guven.
Heyeta ji Hevseroka HDP’ê Pervîn Buldan, Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk, Hevserokê DBP’ê Mehmet Arslan, Hevberdevka HDK Gulîstan Kiliç Koçyigît, parlamenterên HDP’ê û heyeta biyanî ya ya wek çavdêr hatibûn li ber edliyeyê daxuyanî dan.
Berdan Ozturk, Gulistan Kiliç Koçyigît û Pervîn Buldan li vir daxuyanî dan û piştgiriya Guven kirin û xwestin daxwazên girtiyan demildest bên qebûlkirin û tecrîda şidandî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê rakirin. AMED