Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cumartesi - 21 Eylül 2024

Li ber Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê tecrîd şermezar kirin

 Endamên Înîsiyatîfa Piştevaniya bi Zîndanan re û rêveberên HDP’ê li ber Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê li dijî tecrîdê daxuyanî dan û xwestin daxwaza Leyla Guven û girtiyên din bê qebûlkirin

Înîsiyatîfa Piştevaniya bi Zîndanan re ya Marmarayê bi boneya balê bikişîne ser grevên birçîbûnê li ber Girtîgeha Jinan a Bakirkoya Stenbolê daxuyaniya çapemeniyê li dar xist. Parlamentera HDP’ê ya Amedê Dersim Dag û gelek kes beşdarî daxuyaniyê bûn.

Di daxuyaniyê de pankarta “Leyla Guven mafdar e, tecrîdê rakin” hat vekirin û dowîzên “Em ê bi sed hezaran di 3’ê sibatê de li Bakirkoyê bin”, “Em hemû Leyla ne” û “Tecrîdê bişkêne û faşîzmê parçe bike” hildan.

Parlamenter Dersim Dag di daxuyaniyê de axivî û da zanîn ku berxwedana Leyla Guven li her deverê belav bûye û wiha got: “Her kes dibêje ‘Leyla Guven mafdar e, bila tecrîdê rabikin.’ Çimkî em dizanin ne tenê birêz Ocalan tevahiya gelên Rojhilata Navîn tên tecrîdkirin. Heta tecrîd ranebe aştî, azadî û demokrasî nayê vî welatî. Leyla Guven parçeyek ji agir e û ev agir li her deverê belav bûye. Bexwedana di şexsê Guven de li pêş ket divê li her deverên din jî belav bibe.” Dag ji bo mitînga di 3’yê sibatê de li Qada Azadiyê ya Bakirkoyê bê lidarxitsin banga beşdariyê kir.

Piştre Hevseroka Rêxistina HDP’ê ya navçeya Bahçelîevlera Stenbolê Ozlem Noyan daxuyanî xwend û greva birçîbûnê ya Leyla Guven û girtiyên din bi bîr xist û heta daxwaz neyê qebûlkirin dê her roja ku biçe ber belav bibe û wiha got: “Birêz Leyla Guven û berxwedêrên zîndanan mafdar in. Divê tecrîda şidandî demildest bê rakirin.”

Piştî daxuyaniyê komê ji ber girtîgehê heta rêya E5 dest bi meşê kir. Polîsan pêşiya komê girt û komê bi berzkirina dirûşmên “Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin” û” Bijî berxwedana zîndanan” astengiya polîsan şermezar kir. Kom piştî çalakiya rûniştinê ya 10 deqeyan belav bû. STENBOL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar