Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...
Salı - 9 Temmuz 2024

Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

Li Besta, Avaşîn û Zapê çalakiyên gerîlayan

Gerîlayên HPG û YJA Starê li Besta, Avaşîn û Zapê li dijî artêşa tirk a dagirker çalakî li dar xistin. Bi qasî ku hate tespîtkirin di çalakiyan de 5 dagirker hatin kuştin

çalakiyên ger

Gerîlayên HPG û YJA Starê li Besta, Avaşîn û Zapê li dijî artêşa tirk a dagirker çalakî li dar xistin. Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser mijarê ev daxuyanî da:

“5’ê Nîsanê li herêma Bestayê operasyoneke berfireh a dagirkeriyê hate destpêkirin. 6’ê Nîsanê saet di 05:30’î de bi helîkopteran qadên Mewîjkê, Gîvara û Şehîd Diyana yên herêma Bestayê hatin bombekirin, heman demê bi helîkopterên Skorsky dagirker li herêmê hatin danîn. Di vê operasyonê de ku kontra û cerdevan jî tev li bûn, serê sibehê di navbera hêzên me û dagirkeran de şer dest pê kir. Vî şerî 2 rojan dewam kir û gelek dagirker hatin cezakirin, gelek jî birîndar bûn. Di vî şerî de hevrêyê me Ozgur Gabar ku bi giranî birîndar bû, ji ser hişê xwe çû û dîl kete destê dijmin. Kesê bi navê Êrîş Nerexî jî teslîmî dijmin bû. Di şer de hevrêyên me Dîlan, Hêvî û Tolhildan du rojan bi rengekî destanî li ber xwe dan, bi lehengî şehîd bûn.

Dewleta tirk bi îşkenceyê poşmaniyê li ser Ozgur Gabar ferz dike

Dewleta tirk a faşîst mêtinger, tevî hevrêyê me Ozgur Gabar bi giranî birîndar bû, bi rêk û pêk îşkence lê kir û poşmaniyê lê ferz dike. Lê belê heta niha tu encam bi dest nexistiye. Îşkencekirina dîlgirtiyekî şer ê birîndar sûcekî giran e li pêşberî qanûnên navneteweyî û hiqûqa mirovahiyê. Dewleta tirk bi rengekî aşkera vî sûcî dike.

8’ê Nîsanê li gorî agahiyên ku kesê bi navê Êrîş da, operasyona Bestayê hate berfirehkirin. Komek ji hevrêyên me li dijî dijmin bi rengekî destanî li ber xwe dan û gelek dagirker ceza kirin. Di vî şerî de ku heta êvarê dewam kir hevrêyên me Nûjîn, Mizgîn, Hebûn, Ezda û Firat şehîd bûn. Ev operasyon 30’ê Nîsanê bi dawî bû. Agahiyên li ser nasnameya hevrêyên me yên şehîd bûn Nûjîn Sêrt û Firat Şax aşkera bûn. Agahiyên li ser nasnameyên hevrêyên me Dîlan, Hêvî, Tolhildan, Mizgîn, Hebûn û Ezda dema aşkera bûn wê bi gelê me û raya giştî re bên parvekirin.

Kesê bi navê Êrîş bêîrade bû, xwe teslîmî dijmin kir û destê wî tev li xwîna hevrêyên me bû. Lê belê xiyaneteke bi vî rengî dê tu carî zirarê nede sekna bi rûmet û welatparêziya gelê me yê Şirnexê û Nerexê ku di nava Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê de berdêlên giran da. Em di wê baweriyê de ne ku gelê me yê Şirnex û Nerexê yên welatparêz wê li dijî vê xiyanetê û hemû xiyanetan helwesta pêwîst nîşan bidin.

Nasnav: Nûjîn Sêrt

Nav paşnav: Zeynep Dayan

Cihê jidayikbûnê: Sêrt

Dayik-Bav: Emîne-Mûsa

Dem û cihê şehadetê: 8’ê Nîsana 2021 / Besta

Hevrêya me Nûjîn Sêrt li nava malbat û eşîreke welatparêz mezin bû. Ji nava derdoreke welê hat ku têkoşîna zadiyê ya Kurdistanê nas dike, zilma dijmin dîtiye, berdêl daye, şehîdên xwe hene. Hevrêya me Nûjîn ji ber zext û zilma dijmin neçar ma koçî metropolan bike, lê belê tu carî ji welatê xwe qut nebû. Di temenê xwe yê zarokatiyê de dijminê rast ê gel û welatê xwe nas kir, bi hêrsa vê yekê mezin bû û gihîşt wê têgihiştinê ku tev li nava refên têkoşînê bibe. Bi vê hest û baweriyê sala 2005’an tev li nava refên gerîla bû. Ji bo ji aliyê wate, îdeolojîk û fîzîkî ve xwe bigihîne Rêber Apo, kete nava kûrbûn û lêgerînê. Ji bo karibe weke jineke kurd a azad xwe ji nû ve biafirîne, îdeolojiya azadiyê ya jinan û pîvanên jiyana azad di şexsê xwe şênber bike kete nava hewldanên mezin. Bi vê lêgerîn û hewldanê ji Zapê heta Garê û Metînayê li qadên cuda bû xwedî tecrûbeyên mezin û bû milîtaneke PAJK’ê ya jê dihate hezkirin. Sala 2010’an bi perwerdeya leşkerî û îdeolojîk tecrûbeya xwe veguherand amadekariyê û berê xwe da Botanê. Ji sala 2010’an heta 2017’an li gelek qadên Botanê kar kir, di pratîka Botanê de bû xwedî tecrûbeyên mezin û bû fermanareke mînak a YJA Starê. Ji fermandariya tîm heta tîmên gerîla yên bi liv û tevgerê, ji fermandariya xweser heta fermandariya berxwedana bajaran her wezîfeyên têkoşînê bi daxwazeke mezin û berpirsyariyeke bilind bi cih anî. Mîsyona pêşengiyê ya jinên kurd a azad, hevrêtiya li jiyanê, pîvanên li jiyana azad û wêrekiya di şer de bi rengekî hêja bi cih anî. Sala 2018’an bi biryardariya ku xeta gerîlayên modernîteya demokratîk li herêma Botanê pêk bîne û pêşengiyê ji pêvajoya serketinê re bike, weke fermandara herêmê berê xwe da Botanê. Li Bestayê weke fermandara herêmê ya YJA Starê bi wezîfeya xwe rabû, hewl da wezîfeyên demê pêk bîne.

5’ê Nîsana 2021’ê li qada Bestayê di dema operasyonê de bi dilsoziya kûr a bi hevrêtiyê re û bi berpirsyariya fermandariya Apoyî derbên giran li operasyona dagirkeran xist û tevî 4 hevrêyên xwe li Bestayê ji Azîmeyan heta Zelal, Nûda, Sorxwîn, Zeryan, Azê û Delalan kevneşopiya berxwedanê ya jinên kurd bi rengê herî şareza temsîl kir û bi lehengî gihîşt asta şehadetê.

Nasnav: Firat Şax

Nav paşnav: Îbrahîm Îldenîz

Cihê jidayikbûnê: Wan

Dayik-Bav: Kûdret-Adil

Dem û cihê şehadetê: 8’ê Nîsana 2021 / Besta

Hevrêyê me Firat Şax li navçeya Şaxê ya Wanê li nava malbateke welatparêz ji dayik bû. Li çiyayên Botanê şivantî kir, di nava xwezaya wê de mezin bû. Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê ji nêz ve nas kir, kete bin bandora jiyan û hevrêtiya gerîla. Sala 2014’an li qada Kato Jîrka tev li nava refên gerîla bû. Li Kato hînî gerîlatiyê bû, di nava jiyanê de bû xwedî tecrûbe û zû xwe bi pêş xist. Weke ewladekî kurd ê li çiyayên Kurdistanê ji dayik bû û mezin bû di pratîka gerîla de pêşengî ji jiyanê û hevrêtiyê re kir. Tevî ku zêde neçû dibistanê jî hewl da di îdeolojî û felsefeya Apoyî de kûr bibe, xwe bi pêş bixîne û şareza bibe. Jîrbûna di pratîkê de, wêrekiya di şer de û hêza ji hişmendiya Apoyî wergirtî di kesayetiya xwe de gihand hev û bû fermandarekî Apoyî. Ji Kato heta Bestayê li gelek qadan ma, tev li çalakiyan bû ku derb li dijmin hate xistin û bû fermandarek ku ji aliyê hevrêyên xwe hemûyan ve tê hezkirin.

8’ê Nîsana 2021’ê di şer de derbên mezin li artêşa tirk a dagirker xist û bi berxwedaneke destanî tevî 4 hevrêyên xwe şehîd bû.

Em sersaxiyê ji malbatên welatparêz ên hêja yên hevrêyên me yên şehîd bûn û gelê kurd ê welatparêz re dixwazin.

Li Bestayê 4 dagirker hatin cezakirin

Hêzên me yên YJA Starê 13’ê Gulanê saet di 14:30’î de li herêma Bestayê li dijî dagirkerên ku hewl didan bi wesayîteke leşkerî ya bi tîpa Amarok ji gundê Osyanê biçe Girê Aqîr, çalakiyeke sabotajê li dar xistin. Di encamê de 4 dagirkerên di hundirê wesayîtê de hatin cezakirin û wesayîta zirxî bi temamî hate îmhakirin.

Ev çalakî ji bo hilanîna tola fermandara me Nûjîn Sêrt û hevrêyên pê re şehîd bûn hate lidarxistin.

Li Zap û Avaşînê çalakî

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de;

23’ê Gulanê saet di 06:40’î li Girê Xeregol ê li herêma Zapê li dijî dagirkeran bi çekên giran çalakî hate lidarxistin. Di vê çalakiyê de 4 roket li kozikên dagirkeran ketin, 2 roket jî li derdora kozikên dagirkeran ketin. Bi qasî ku heta tespîtkirin dagirkerek hate cezakirin.

Hêzên me yên YJA Starê 24’ê Gulanê saet di 08:15’an li herêma Avaşînê li dijî dagirkerên li ser Girê Şehîd Dilgeş bi çekên giran çalakî kirin. Çalakî bi rengekî serketî pêk hat.

Li Metînayê êrîşa hewayî

Artêşa tirk a dagirker 23’ê Gulanê saet di 13:40’î û 20:15’an li herêma Metînasyê bi balafirên şer bombe li Girê Zendûrayê barandin. 24’ê Gulanê saet di navbera 00:00-02:00 de qada Derarê ya herêma Metînayê bi helîkopterên êrîşê hate bombekirin.” BEHDÎNAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar