Li herêma Bestayê ya di navbera Şirnex û Sêrtê de bi mehan e birîna daran didome. Bi destpêkirina mehên havînê re li qadên Mêrg û Mar agir hatin derxistin û ji ber agiran bi deh hezaran dar hatin tunekirin. Li qada berfireh a Serê Rê ya Bestayê jî darên mezî yên sedsal in, bi destê cerdevanan tên birîn. Ji destpêka mehên havînê ve li herêmê bi sed hezaran dar hatine birîn. Balkêş e ku tu mudaxale li vê rewşê nayê kirin.
Li gorî dîmenên ku gihîştine Ajansa Mezopotamyayê (MA), cerdevanan bi dolmîşan dibin qada Serê Rê ya Bestayê û darên mezî yên sedsal in dibirin. Ji ber ku TIR nikarin bikevin herêmê darên ku tên birîn li traktoran tên barkirin û ji vir dibin li qadeke din kom dikin. Piştre li TIR’an tên barkirin û dibin bajarên cuda. Li herêmê birîna daran bênavber didome.
Ev talan û wêrankirin di bin çavdêriya Midûriyeta Daristanan a Şirnexê ve tê kirin. ŞIRNEX