Navenda Nûçeyan
Di projeya bûdceya Iraqê ya sala 2021’an de li beramberî dolar buhayê dînarê Iraqî hate kêmkirin. Ev biryara buhakirina dolar li Iraqê bû sedema bertekan. Mîna duh îro jî li Bexda welatî li ber Banka Navendî xwepêşandan kirin. Xwepêşanderan xwestin biryar were hilweşandin û daxwaz kirin ku Rêveberê Banda Navendî Mistafa Xalib istifa bike.
Xwepêşdaneran ev biryara Banka Navendî weke biryarek pûk bi nav kirin û xwestin biryar were hilweşandin.