Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Cumartesi - 5 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Li Botanê berxwedana gerîla

Gerîlayên HPG û YJA Starê li qada Botanê li hemberî artêşa tirk a dagirker berxwedaneke bêhempa dide. Gerîla wiha dibêjin: “Em ê li dijî faşîzm û polîtîkayên qirker ên dewleta tirk heta serkeftinê li ber xwe bidin û dagirkeriyê têk bibin.”

Ev salek û nîve li Botanê di navbera gerîla û dewleta dagirker de şerekî giran heye. Di nava salek û nîv de li Herekol, Gabar, Kela Memê, Bestayê ango gelemperî li Botanê şerekî dijwar hat meşandin. Gerîlayên Kurdistanê berxwedanekî bêhempa raber dikin. Bi navê ‘Operasyona Kiran’ ango qaşo ji bona şikandina hêza gerîlayên Kurdistanê operasyonên berfireh ji aliyê artêşa tirk ve hatiye destpêkirin. Bi şerê taybet û derûnî bi operasyonên bîrbiriyê ve hewl didin rûyê rast a şer berovajî bikin. Bi balafirên keşfê û teknîkên pêşketî ve çiyayên Kurdistanê bombebaran dikin, xwezaya Kurdistanê qir dikin.

Dema ku çapemeniya tirk tê temaşe kirin wekî ku hêza gerîla tune bûye tê nîşandan lê rastî ne bi vî awayî ye. Gelek gerîlayên ku bi salane li bakurê Kurdistanê têdikoşin dibêjin; “Me li Botanê heta niha kumê leşkeran jî nedîtiye. Ji ber ku leşkerên tirk serê xwe ji qalekolên xwe dernaxin. Leşkerên tirk li girên ku tên û lê bicih bûne di nava tirs û xofekî mezin de ne. Lewra li çiyayên Kurdistanê ruhê şer kirinê qet di wan de tune ye.” Gerîlayên Kurdistanê vê yekê diyar dikin û gotin: “Leşkerên tirk ji kozikên xwe dernakevin. Lewra li hemberî hêzên gerîla têk çûne lê hewl didin bi rêya derew û xapandinê gelê tirk û kurd jî bixapînin.”

Gerîla li dijî teknîkê şer dike

Di nava vî şerê dijwar de gerîlayên HPG û YJA Starê çalakiyên serkeftî lidar dixin û berxwedaneke dîrokî dimeşînin. Li Cudî, Gabar, Besta, Herekol û gelemperiya Botanê çalakiyên bi bandor hatin çêkirin. Li dijî hêzên dagirker berxwedaneke dîrokî heye. Gerîlayên azadiyê dibêjin; “Em di şert û mercên herî zehmet de jî li dijî dagirkeriya dewleta tirk şerê azadiyê dimeşînin. Tu carî em ê li dijî dagirkeriyê ranewestin.” Li çiyayên Kurdistanê rastiya şerê ku tê kirin cuda ye. Lewra li çiyayên Kurdistanê, dewleta tirk tenê bi teknîkê xwe şer dike. Hêzên gerîla jî li dijî vê teknîkê şer dikin. Lê axaftinekî fîlozofan heye dibêjin; ‘Yê ku vê teknîkê çêdikin mirov bi xwe ne. Yên ku dê vê teknîkê vala derbixe jî dîsa mirov bi xwe ne.’ Yê ku teknîka dewleta tirk jî vala derdixe mejiyê gerîlayên Kurdistanê ye. Gelek caran di çapemeniyên xwe de radigihînin; ‘Me bi dehan gerîla tune kirin’ lê ev berovajîkirina rastiyê ye. Lewra serkeftina gerîlayan li ber çavê hemû cîhanê ye. Bêguman di şer de windahî çêdibin lê bi dewleta tirk û çapemeniyên wan a ku şerê taybet dîmeşînin operasyonên bîrbirî ve rastiyên şer berovajî nîşan didin.

Wateya mirinê guherandine

Gerîlayên Kurdistanê wateya mirinê jî guhertine. Windahî çêbibin jî gerîlayên azadiyê şehadetên xwe jî bi awayekî herî watedar dijîn. Gerîlayên HPG û YJA Starê dibêjin; ‘Her şehadetek ji bo me dibe kîn û biryara tolhildanê. Ruhê tolhildanê ava dike. Bîr û baweriyê me ya azadiyê ruhê têkoşînê û berxwedanê ava dike û asta berxwedanê xurt dike.’ Ji xwe bilindkirina berxwedanê jî ji ber vê ruhê ye. Gerîla mirin di nava xwe de kuştine, ji ber ku ew dizanin heke îro şehîd bibin jî şehadeta wan ji bo azadiya gelê wan, Serok û welatê wan e. Ji ber vê yekê wateyeke wiha didin mirinê ango mirin ji bo wan jiyan e. Di van demên dawî de dibêjin tevlêbûna gerîla tune ye lê di rastiyê de roj bi roj tevlêbûna gerîla zêdetir dibe. Her şehadetekê de bi dehan ciwanên Kurdistanê beşdarî refên gerîla dibin. Çekên hevdu radikin. Bi taybetî li Botanê çeka şehîdan li erdê nehiştin weke çandekî ye. Herî dawî gerîla Jiyan ji bo ku çeka meta xwe rabike berê xwe dabû çiyayên Kurdistanê. Heman demê de ji Gabarê gelek civan tev lê dibin.

Gerîla bi îradeyeke mezin li ber xwe dide

Heya ku bîr û baweriya azadiyê di gelê kurd û ciwanên kurd de hebe, çiyayên Kurdistanê tu carî vala namîne. Ji ber ku wan soza azadiyê dane. Dewleta tirk şerekî bêexlaq dimeşînin. Çawa ku di salên 90’î de ji bo vala kirina qada Botanê êrîşên gelek dijwar pêşxistin di vê demê de jî ji bo şikandina hêza gelê kurd û gerîlayên azadiyê, bi şerê taybet û derûnî êrîş dikin û hewl didin ku hêza gerîla bişikînin. Lê hêzên gerîla li hemberî van polîtîkayên dewleta tirk bi îradeyeke mezin li ber xwe didin û ew bi xwe dibêjin; ‘Em ji bo azadiya gel û welatê xwe hatine serê çiya. Me her tişt daye berçavan. Heta ku em azad nebin, em zû bi zû di van çiyayan de têk naçin. Ji ber vê yekê em li hemberî hemû zor û zehmetiyan li ber xwe didin. Ji xwe gerîla hemû zehmetiyên wiha didin berçav û berê xwe didin çiyayên Kurdistanê.’

Serkeftin a gerîla ye

Gerîla, çiya weke perestgehên xwe dibînin. Gerîlayên Gabarê got: “Heta ku pelên dara ango di çiyayên Kurdistanê de dar hebin em tu carî birçî namînin.” Demên derbasbûyî de dewleta dagirker operasyoneke li Gabarê dabûn destpêkirin. Di vê operasyonê de gerîlayên Gabarê giya kom kirin, kelandin, xistin çenteyên xwe û berê xwe dan eniyên şer û leşkerên tirk di çalakiyên gerîlayan de gelek windahî dan. Yekîneyên leşkerên tirk derbeyeke mezin xwarin. Ev mînak bîr bawerî û cesareta gerîla nîşan dide. Bîr û baweriya wan a serkeftinê û hêviyê nîşan dide. Ev ruh nîşan dide ku dê gerîlayên azadiya Kurdistanê serbikevin. Dewleta tirk polîtîkayên dijmirovî û bêexlaq li Kurdistanê dimeşînin. Gerîlayên HPG û YJA Starê li hemberî êrîşên qirkirinê jî got; ‘Dê li hemberî bîr û baweriya gerîla faşîzma dewleta tirk bin bikeve lewra gerîlayên Kurdistanê bi îradeyeke ji pola têdikoşin.’ Bêguman ev ji bo tevahiya mirovatiyê jî dersekî girîng e. Gerîla dibêjin; ‘Heta ku em xakên xwe ji dagirkeriyê paqij nekin em ê tu carî nesekinin, şer û têkoşîna xwe berdewam bikin. Em ê şer û têkoşîna xwe hîn bi xurtî, bawerî û serkeftî bimeşînin. Heta ku em tola xwe ranekin, azadî neynin welatê xwe em ê bê rawestandin berxwe bidin.’ Ango gerîlayên Kurdistanê soza tolhildanê didin. Ji bo şehîdên xwe, dayikên Kurdistanê yên berxwedêr, ji bo welat û serokê xwe soza zaferê didin.

Çavkanî: Jiyan Amargî / BEHDÎNAN-ANF

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar