Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Li Botanê govenda berxwedanê

Tevî  hemû astengî, zext, zordarî û êrîşan jî bi dehhezaran welatiyên Şirnex, Cizîr, Xilopî û Qilebanê bi cil û bergên xwe yên gelerî û bi dirûşma ‘Em ê teqez bi ser bikevin’ daketin qadan

Bi dehhezaran welatiyên Botanê li navenda Şirnexê û navçeyên wê Cizîr, Silopiya û Qilebanê daketin qadan û Newroz pîroz kirin. Li navenda Şirnexê, piştî qedexeya derketina derve, komkujî û wêrankirina berî 3 salan yekem car, gelê Botanê Newroz bi rengekî girseyî pîroz kir. Bi hezaran kes ji bo pîrozbahiyê berê xwe dan qada Newrozê.

Li gelek taxên navçeyan li ber dahol û zirneyê govend hate gerandin. Herî zêde jin û ciwan tevli pîrozbahiyê bûn. Malbatên mirovên ji ber êrîşên dewletê jiyana xwe ji dest dan li qadê civiyan. Tevî parlamenterên HDP’ê Ebrû Gunay û Hasan Ozguneş, namzetên HDP’ê yên hevşaredariyê jî dê derkevin pêşberî gel û peyamên xwe bidin.

Pîrozbahiya li Silopiyayê

Li navçeya Silopiyayê ku yek ji deverên ji aliyê rejîma AKP’ê ve hatiye wêrankirin, piştî sê salan bi hezaran kes herikîn qada Newrozê. Bi hezaran welatiyên Silopiyayê piştî ku deriyên qada Newrozê hatin vekirin tevî alên HDP’ê ketin qadê. Şêniyên Silopiyayê bi şal û şepik, bi kiras û fîstanên xwe qada Newrozê xemilandin. Malbatên mirovên ku di êrîşên deweleta tirk de hatine qetilkirin û xizmên Dayika Taybet a ku cenazeyê wê bi rojan li naverastê hate hiştin, tevli Newrozê bûn. Cihekî din ê pîrozbahiyê jî Qileban bû. Bi sedan kesên ku kincên gelêrî li xwe kirin, tevî alên HDP’ê li qada Newrozê govendê digerînin. Di pîrozbahiya Qilabanê de jin li pêş in.

CIZÎR

Tevî şert û mercên OHAL’ê jî li navçeya Cizîr a Şirnexê bi dehhezaran kes bêyî ku guh bidin astengî û bendên polîsan herikîn qada Newrozê ya li taxa Konakê. Jin bi cilên xwe yên spî û rengên kesk, sor û zer daketin qadê û Newrozê pîroz dikin. Gelê Cizêrê ku bi rojan in amadekariya Newroze dikin di pîrozbahiyê de pankartên ‘Em ê teqez bi ser bikevin’, ‘Bila Leyla bijî û tecrîd rabe’ vekirin û alên HDP’ê hildan.

Tevî ku qada Newrozê ji hêla bi dehan maşîneyên zirxî û bi hezaran polîsan ve hatibû dorpêçkirin jî welatiyan barîkat derbas kirin û xwe gîhandin qada Newrozê. Jin, zarok û ciwanan bi coşekê mezin û rengên zindî Newrozê pîroz dikin. Herikîna gelê Cizîrê ya ber bi qada Newrozê ve didome.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar