Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Li Bradostê planên nepenî

Dewleta tirk li gel êrîşên dagirkeriyê yên li ser başûrê Kurdistanê, hewl dide ku li herêma Bradostê komên çekdar ên paramîlîter ava bike. Hat diyarkirin ku Tirkiye li gel hin partiyên kurd û serok eşîran re civînan çêdike û dixwaze li dijî Tevgera Azadiya Kurdistanê derxîne

Li gorî nûçeya li ajansa Rojnewsê derbarê êrîşên dagirkeriyê ku dewleta tirk li ser başûrê Kurdistanê daye destpêkirin û hewldanên wê yên nepenî de, çavkaniyên pêbawer ku geşedanan ji nêz ve dişopînin û nexwestin navên wan bên aşkerakirin, agahiyên girîng dane.

Li gorî van zanyariyan, dewleta tirk a dagirker ji bilî êrîşên ji bo dagirkirina herêmê yên her roj berdewam dikin, di nava hewldanên nepenî de ye.

Beriya Newrozê civîn pêk anîn

Bi taybetî li herêma Bradostê, dijî Tevgera Azadiya Kurdistanê civîn û hevdîtinên veşartî pêk tînin. Çavkaniyan destnîşan kirin ku rayedarên Teşkîlata Îstixbarata Netewî (MÎT) a Tirkiyeyê, beriya Newroza 2019’an li herêma Bradostê bi serok eşîr, rûspî û nûnerên hinek partiyan re civîn çêkirine. Çavkaniyan gotin ku nêzî 100 kes beşdarî van civînan bûne û hewl hatiye dayîn li dijî Tevgera Azadiya Kurdistanê plan bên çêkirin.

Hêza paramîlîter

Heman çavkaniyan bal kişandin ku dewleta tirk hewl dide ku dijî Tevgera Azadiya Kurdistanê komek çekdar a paramîliter ava bike û di vê çarçoveyê de gelek kes perwerde kirine. Van hewldanên xwe jî dibin navê oldariyê de dike û li hinek kesan jî çek belav kirine.

Civînên bi partiyên Başûr û Rojhilat re

Çavkaniyan da zanîn ku dewleta tirk di demeke nêz de jî li herêma Bradostê bi nûnerên hinek partiyên kurd ên li başûr û rojhilatê Kurdistanê civîn çêkiriye. Di vê civînê de jî li ser dijberiya Tevgera Azadiya Kurdistanê axaftin hatine kirin û hatiye gotin ‘Ger ku li Îranê tiştek çêbibe, em ê nahêlin ku geşedanek wekî rojavayê Kurdistanê çêbibe. Em ê li vir hêzek ava bikin.’

Liv û tevger zêdetir bû

Balkêş e ku piştî van geşedanan li herêma Bradostê liv û tevgera hin hêzan jî zêde bû. Di 1’ê hezîrana 2019’an de di navbera herdu partiyên demokrat ên Rojhilatê Kurdistanê HDK-Î/HDK’ê û Sazûmanî Xebatî Kurdistanî Îran de li çiyayê Helgurt ê girêdayî parêzgeha Hewlêrê alozî rû da. Her çend alozî veneguherîbe şereke çekdarî jî, lê alozî hîn çareser nebûye û tê gotin herdu HDK dixwazin Sazûmanî Xebatî Kurdistanî Îran ji herêmê vekişe.

Li aliyê din hat ragihandin ku hêzên PDK’ê roja Înê (31 Gulan 2019) li herêmê dest bi tevgerê kiriye û bi şev konvoyek a ji 15 wesayîtan pêk tê ya hêzên pêşmergeyan şandiye herêma Sîdekanê. Çavkaniyan destnîşan kirin ku li hêzên pêşmerge wesayîtên kar ên wekî kepçe û grayder her wiha konteynirên ku bi armanca li wir bimînin jî di konvoyê de hebûn.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar