Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Li Brezîlyayê pêkanîna nû ya têkildarî kurtajê

Navenda Nûçeyan |

Li Brezîlyayê, di çarçoveya pêkanînên nû de ku 28’ê tebaxê ketin meriyetê, jinên ku ji ber destavêtinê ducanî bûne, ji bo karibin mafê kurtajê bi dest bixin, neçar in hin pêkanînan bi cih bînin. Mînak; jina ku di encama destavêtinê de ducanî bûye, beriya kurtajê bike wê neçar bimîne ku bi ekografiyê li embriyon an jî fetusê temaşe bike.

Jina ku dixwaze kurtajê bike, ji bo karibe mafê xwe yê kurtajê bi dest bixe, mîna ku wan kêliyên destavêtinê ji nû ve bijî wê neçar bimînin ku bi berfirehî qala wan kêliyan bikin. Eger gotinên xwe nerast be wê li dijî wê prosedura hiqûqî dest pê bike. Beriya wê jî divê êrîşa destavêtinê ji polîsan re ragihandibe û gilî kiribe. Li Brezîlyayê, ger ducanîbûn bandoreke giran li tenduristiya jinê dike, hingî jina ducanî dikare mafê kurtajê bi kar bîne.

Ev pêkanîn ji ber protestoyên destpêka meha tebaxê dest pê kirin, ji aliyê wezareta tenduristiyê ve bi cih hatin.

Piştî ku zarokeke 10 salî ji ber destavêtina apê xwe ducanî ma, di destpêka meha tebaxê de jinan dest bi çalakiyên protestoyî kiribûn. Zaroka keç, ji ber ku eyaleta lê bû mafê kurtajê nebû, neçar mabû li herêmeke din a welêt kurtajê bike.

Li Brezîlyayê rojane 6 zarokên di navbera 10-13 salî de kurtaj dibin. Her saetê destavêtin li 40 zarokên 10-13 salî tê kirin.

Rastgirên li welêt jî li ber qanûnê radibin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar