PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Cuma - 22 Kasım 2024

Li Brezîlyayê rêjeya kuştina ciwanên reşik û melez bilind e

Li Brezîlyayê têkildarî kuştin û tundiyê raporek hat amadekirin. Li gorî raporî li Brezîlyayê herî zêde ciwanên reşik û melez tên kuştin û rastî tundiyê tên

Li Brezîlyayê têkildarî tundî û kuştinan raporek hat amadekirin. Rapora bi navê ‘Atlasa Tundiyê’ ku tê de tundî û kuştinên li Brezîlyayê cih digirin, bi hevkariya Forûma Ewlehiya Cameweriyê ya Brezîlyayê (FBSP) û Enstîtûya Lêkolînên Aborî yên Sepandinî (IPEA) hate amadekirin.

Li gorî raporê 2017’an li tevahiya welêt 65 hezar û 602 kes hatine kuştin, li gorî sala 2016’an rêje ji sedî 4,9 zêde bûye. Ev jî nîşan dide ku serê 100 hezar kesî rêjeya kuştinê ji sedî  31,6 e. Neteweyên Yekbûyî (NY) serê 100 hezar kesî rêjeya ji sedî 10 mîna ‘hêl’ bi nav dike.

Piraniya qurbaniyan ciwanên reşik û bê perwerde ne

Di raporê de yek ji xala ku bal dikişine ew e ku piraniya kesên ku têne kuştin reşik û melez in. Li gorî vê 3 ji 4’an ên kesên ku têne kuştin reşik û melez in, piraniya wan ciwan in û piraniya wan herî zêde heta pola 7’an xwendine.

Di kuştinan de rêjeya reşik û melezan ên ku hatine kuştin ji sedî 75,5 e, li gorî vê rêjeyê di nav 10 salan de rêje ji sedî 3 zêde bûye. Kesên spî ku hatine kuştin li gorî heman demê ji sedî 3 ye.

Li eyaletên hejar zêdetir e

Li gorî raporê li eyaletên mîna Acre û Alagoasê ku rêjeya hejariyê bilind e û gelek rêxistinên sûc lê hene, rêjeya kuştinê serê 100 hezar kesî ji sedî 60 e. Li eyaletên mîna Para, Pernamboûc û Sergîpeyê serê 100 hezar kesî rêjeya kuştinê ji sedî 50’î ye.

Li Sao Paulo jî ku ji hêla aborî ve yek ji eyaleta herî dewlemend e, ev rêje serê 100 hezar kesî dibe ji sedî 10,3 e û li gorî rewşa giştî ya welêt 3 caran kêmtir e, ev rêje.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar