Li ser banga Kongreya Neteweya Kurdistanê (KNK), li paytexta Belçîka Brukselê, komxebata yekitiya neteweyî hat lidarxistin. Gelek kurdên rewşenbîr, siyasetmedar, hunermend û rojnameger ên di komxebatê de li hev civiyan, dê li dijî operasyona derveyî sînor a li Herêma Federel a Kurdistanê û şerê ku tê xwestin di navbera kurdan bê pêşxistin de, helwesta xwe ya neteweyî diyar bikin.
Di komxebata li çapemeniyê girtî hat destpêkirin de, dê li dijî hemû êrîşan nexşerêyek bê destnîşankirin. BRUKSEL