Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Li Çarçella û Xakûrkê çalakiyên gerîla

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî çalakiyên gerîla yên li dijî artêşa tirk daxuyaniyeke nivîskî da.

HPG’ê diyar kir ku hêzên wan di 27’ê hezîranê di çarçoveya Pêngava Şehîd Bager û Şehîd Ronya de li devera Çarçella ya Herêma Zagrosê li dijî artêşa TC çalakiyeke sekvaniyê kir û di çalakiyê de leşkerek hatiye kuştin. HPG’ê destnîşan kir ku di 1’ê tîrmehê saet di 10:30’an de jî li devera Ermûş a girêdayî Herêma Xakûrkê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê di navbera hêzên wan û artêşa tirk de şer qewimî û di şer de gelek leşker hatine kuştin. HPG’ê da zanîn ku di şer de droneyek hatiye xistin û di şer de gerîlayên bi navên Masîro û Şaho jî şehîd bûne.

Li Dêrsimê şer

Bi domdarî jî HPG’ê daxuyand ku artêşa tirk di 24’ê hezîranê de li devera Neynika ya Herêma Pûlûr a Dêrsimê operasyonek kiriye û bi balafirên şer û helîkopteran qad bombebaran kiriye. HPG’ê destnîşan kir ku artêşa tirk piştî bombebaranê li herêmê leşker danîn û di navbera hêzên wan û leşkeran de şer derketiye. HPG’ê ragihand ku di şer de 3 gerîla şehîd bûne û operasyona li qadê hê jî didome.

Bomberana li ser herêmê

Têkildarî êrîşên hewayî jî HPG’ê ev agahî dan: “Balafirên şer ên TC’ê ya dagirker di 2’yê tîrmehê saet di 20:00’an de devera Bektora ya herêma Heftanînê û Girê Şehîd Zinar bombebaran kir. Di 3’yê tîrmehê saet di 10:30’an de devera Kurojaro ya Herêma Zapê û di saet 17:00’an jî devera Şikefta Birîndaran bombebaran kir.” BEHDÎNAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar