Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Li Çelê çalakî: 2 leşker hatin kuştin

Gerîlayên HPG û YJA-Starê li navçeya Çelê ya Colemêrgê li dijî leşkerên artêşa tirk a dagirker çalakî lidar xist. HPG’ê destnîşan kir ku di çalakiyê de 2 leşker hatine kuştin û 2 leşker jî birîndar bûne

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî çalakiyên gerîla û êrîşên hewayî yên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê daxuyaniyek nivîskî weşand. HPG’ê destnîşan kir ku Çelêya Colemêrgê li dijî leşkerên tirk çalakî pêk anîne di çalakiyê de 2 leşker hatine kuştin û 2 leşker jî birîndar bûne.

HPG’ê derbarê çalakiyê de ev agahî ragihand: “Hêzên me bi çarçoweya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Bager û Şehîd Ronya de di roja 28’ê tebaxê saet di 12.30’an de li dijî wesayîta leşkerî ya artêşa TC’ê ya dagirker li ser rêya dinavbera girê Şehîd Gulbaha û Şehîd Zekiye yên navçeya Çelê ya Colemêrgê çalakiyek lidar xist. Bi serketî li wesayîta dijmin hat xistin, wesayît hate rûxandin, 2 leşker hatin kuştin û 2 leşker jî birîndar bûn. Piştî çalakiyê artêşa TC’ê ya dagirker bi top û hawanan herêm bombebaran kir û kuştî û birîndarên xwe ji herêmê rakir. Yekîneya me ya çalakî lidarxistî bi silametî gihişte baregeha xwe.”

Êrîşên hewayî

Têkildarî êrîşên hewayî jî ev agahî da: “Di 29’ê tebaxê saet di navbera 13.00 û 14.00’an de balafirên şer ên artêşa TC’ê ya dagirker bombe li derdorê gundê Siyanê, Guzê û Şêranê yên herêma Gare ya Herêmên Parastinê yên Medyayê barandin. Di van bombabranan de tiştek bi hêzên me nehatiye lê li herêmê şewat derket.” BEHDÎNAN 

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar