Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Li Çelê dema çandiniya çeltûkê

Li gundê Biyadire yê navçeya Çelê ya Colemêrgê dema çandina çeltûkê dest pê kir. Welatiyên ku di serê sibeheke zû radibin, berê xwe didin nav zeviyên xwe û dest bi xebata xwe dikin.

Ji şêniyên gund Farûk Seven diyar kir ku li dijî vîrûsa koronayê (Covîd-19) wan bi xwe tevdîrên xwe girtine û wiha dibêje: “Heke em ne hilberînin, em ê ji birçan bimirin. Dê xela çêbibe. Mezinên me ji me re digotin. Berê jî nexweşiyên wiha çêbûne û piştre jî xela dest pê kiriye. Li herêma me gelek kes ji ber xelayê mirine û perîşan bûne. Helbet ê ku ecela wî hatibe dê bimire lê belê heke em ji niha ve tevdîrên xwe negirin, em ê ji birçan bimirin. Serê her beşekê zeviyê em ê 4 kîlo çeltûk bireşînin û 5 meh şûnde jî derdora 100 kîloyan dê berhema wê hebe. Heke ev bereket nebe wê demê çi ye gelo? Lewma divê em çandiniyê bikin û nebin destvekiriyên ber deriye xelkê. Li gundê me birinc, genim, garis, fasûlî û kuncî çêdibin. Berên li gundê me çêdibe, têra hemû herêmê dikin.”

Çandiniya çeltûkê

Welatî Umît Ozbek jî diyar kir ku di dema paletiyê de alîkariya hev dikin û wiha domand: “Îsal baran zêde bariya û ji bo çandiniyê em hinek dereng man. Çandina çeltûkê di serê meha nîsanê de dest pê dike. Piştî ku erd tê çandin, di nava zeviyê de mişarên çeltûkan tên amadekirin. Piştre jî ev mişarke bi avê tên tijekirin. Dema ax têrav bû jî cotyar ava di mişarkan de şolî dikin. Piştre jî birincê ku hefteyeke di avê de hatiye hiştin li van mişaran tê reşandin. Ji ber şewbê gel berê xwe daye gundan. Me hemûyan baş fêm kir ku heke em li gundên xwe nehilberînin, dê jiyan gelek zehmetir be.”

Xebata jinan a li gund

Ji şêniyên gund Gullu Ozbek û Leyla Ozbek jî destnîşan kirin ku ji bo beraz nekevin nava erdên çandiniyê, li derdora zeviyan pejanan çêdikin. Şêniyan got ku heta berê çeltûkê wan diqede ew bi gelek karên din ve mijûl dibin û ev tişt anîn ziman: “Hema hema ji zarokatiyê ve em vî karî dikin. Dema karê zilaman diqede, em jin pelên fêkiyan berhev dikin û difiroşin. Her wiha em li qeraxa çemê gund nan, sibit, alo, karî û gihayên din berhev dikin. Em bi vî awayî debara xwe dikin. Ji ber ku wekî din tu dahateke me tuneye.”

Çavkanî: COLEMÊRG/MA

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar