Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Li Çelê û Xakurkê çalakiyên gerîla

Gerîlayên HPG/YJA Starê li Çelê û Xakurkê çalakî li darxistin. HPG’ê têkildarî çalakiyên gerîlayan de daxuyanî da

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî çalakiyên gerîla û êrîşên artêşa tirk daxuyanî da. HPG’ê destnîşan kir ku hêzên wan di çarçoweya Pêngava Şoreşer  a Şehîd Bager û Şehîd Ronya di 12’ê tebaxê de li dijî artêşa tirk çalakî pêk anîne.

HPG’ê li ser çalakiyên gerîlayan ev agahî bi raya giştî re parve kir: “Hêzên me di çarçoveya Pêngava Şoeşgerî ya Şehîd Bager û Şehîd Ronya de di roja 12’ê tebaxê  de li dijî artêşa TC’ê ya dagirker rêzeçalakî li dar xistin. Hêzên me saet di 15.50’yan  de li dijî wesayîteke leşkerî ku ji navçeya Çelê ya Coelmêrgê ber bi qereqola Şîkerê re diçû bi taktîka sabotajê çalakî li dar xistin. Di çalakiyê de wesayîta leşkerî derba giran xwar, hejmara kuştî û birîndarên dijmin nehate tespîtkirin. Piştî çalakiyê artêşa TC’ê ya dagirker bi wesayîtên zirxî kuştî û birîndarên xwe ji herêmê rakir.”

Li Girê Şekîf leşkerek hat kuştın

Bi berdewamî HPG’ê ev agahî da: “Di heman rojê saet di 20.00’an  de hêzên me li dijî yekîneyeka operasyonê ku li Girê Şekîf yê herêma Xakurkê yê Herêmên Parastinê yên Medyayê bicih bûbûn rêzeçalakî li dar xistin. Di van çalakiyan de leşkerek hat kuştin û leşkerek jî birîndar bû. Piştî çalakiyê artêşa TC’ê ya dagirker bi helîkopterên Skorsky kuştî û birîndarên xwe ji herêmê rakir.”

Li Geverê operasyon

HPG’ê li ser operasyona leşkerî ya li Geverî jî ev agahî parve kir: “Di roja 11’ê tebaxê saetên şevê  de artêşa TC’ê ya dagirker li herêma Kirê Kor yê herêma Çarçella ya navçeya Gever a Colemêrgê operasyon da destpêkirin. Di vê opersyonê de di navbera hêzên me û dagirkeran de şerê dijwar qewimî. Operasyona li herêmê didome agahiyên ku têkildarî opersayonê dema gihiştin destê me em ê bi raya giştî re parve bikin. Di roja 9’ê tebaxê d artêşa TC’ê ya dagirker li herêma Masîro yê navçeya Êlkê ya Şirnexê operasyon da destpêkirin. Artêşa TC’ê ya dagirker ku li eraziyê xebatên lêgerinê didomîne di roja 10’ê tebaxê saetên şevê de bêyî ku encam bigre paş ve vekişiya.”

Balafirên şer bombe li gundê şikeftan yê Gare barand

Di dawiya daxuyaniyê de jî HPG’ê di roja 11’ê tebaxê de balafirên şer ên artêşa TC’ê ya dagirker saet di 23.00’an de bombe li derdora gundê Şikeftan yê herêma Gare ya Herêmên Parastinê yên Medyayê barandin. HPG’ê aşkera kir ku di vê bombeberanê de tiştek bi hêzên wan nehatiye. BEHDÎNAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar