Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Li Çemçemal hilberîna xwê

Li gundê Xwêlên a girêdayî navçeya Çemçemal a Silêmaiyê nêzî sed salen e ji ava xwê xwê tê çêkirin û dişînin herêmên din

Li gundê Xwêlên a ser bi navçeya Çemçemal a Silêmaiyê karkerên çêkirina xwê rojene 8 saetan xwê çêdikin. Salene nêzî 700 heta hezar û 300 ton xwê tê hilberîn.

Gundê Xwêlên ji navê xwe ji diyar e, gundekî cihê hilberîna xwê ye û 40 kîlometre dûrî navçeya Çemçemal e. Nêzî 150-200 sal e welatiyên gund ev ava xwê lê dîtine û xwê jê çêdikin.

Sabeh Kerîm îsal li gel du kesên din hilberîna xwê pêk tîne. Kerîm qala karê ku rojane dikin kir û got;”Em rojene di saet 06.00’ê sibehê de dest bi kar dikin, heta saet 17.00’an de.  Li vir xwê dimalîn. Dema ku kom dikin, hêdî hêdî dikin torbeyan de. Gelek kiryar hene. Hinek tên li vir dikirin û dibin li bajarên din.”

Çavkaniya vê xwê kaniyên gund in ku kîlometreyekê ji gund dûr in. Li nêzî gund nêzî 70 çal hatine kolandin û berê ava kaniyan dayînê.

Hilberîna xwê di çend qonaxan re derbas dibe. Di qonaxa yekemîn de av nêzî deh rojan di çend coyan de dimîne, piştre li ser çend golan tê parvekirin, heta ku hişt dibe û dibe xwê. Piştre kom dikin û dikin torbeyan de difiroş in.

Her torbeyek xwê ji 35 heta 40 kîloyan pêk tê. Bi 10 heta 15 hezar dînaran tê firotin.

Merîwan Hacî Qadir ê ku şirîkek din ê vê projeyê ye got;”Xelkê vê hêrêmê xwestekekî zêde li ser vê xwê heye. Ji derveyî vê jî di meha 8 û 9’an de xwêya me zêde dibe û bajarên din jî daxwazê ji me dikin. Bi taybet bajarên Silêmanî, Hewlêr û navçeyên Ranya û Qeladizê.”

Hikûmeta weke malê nîştimanî nêzî dibe û salene kî pereyek zêde bide hikûmet bikaranîna van kaniyên ava xwê dide wan. Ango her kesekî ku li ser yên din girantir bike, hikûmet dide wî. Ji bo îsal hikûmetê ji kesên ku bi kar tîne 57 milyon dînar wergirt.

Ev kaniyên gundê Xwêlên zêdetirî sed salene xwê jê tê çêkirin. Salên borî salene nêzî hezar û 300 ton xwê dihate hilberîn, lê du salene ava şirîn têkelî ava xwê bûye û rêjeya xwêya kaniyan kêm kiriye. Tenê îsal 600 ton xwê hatiye hilberîn.

Welatiyê ji gundê Xwêlên Umêd Şefîn li ser hilberîna xwêya li gund wiha got: “Tê bîra min ji berî Enfalê xelk ji bo xwê dihatin li vir. Nêzî 5 heta 6 rojan xwê çêdikirin. Lê niha xwê ber bi kêmbûnê diçe.” SILÊMANÎ

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar