Zîlan manîfestoya me ya jiyanê ye

Tê zanîn ku heta niha me ji hezkirinê zêde fêm nekiriye û evînek nejiyaye. Di Mem û Zîna Ehmedê Xanî de jî ji kêleka...

Rastiya zaroktiyê

Em weke mirov di xwezaya xwe de zindiyekî pir hişyar in. Em her tiştî bi rêya hest, hîs û pêhesên xwe digirin. Bedena me...

Pazartesi - 1 Temmuz 2024

Li Çemçoyê 4 dagirker hatin cezakirin

Di çalakiyên gerîlayên Kurdistanê de yên ku di 18’ê çileyê de hatine lidarxistin bi qasî ku hat tespîtkirin li qada Çemçoyê 4 leşkerên tirk hatine cezakirin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî çalakî û êrîşan ev daxuyanî da.

“Di çarçoveya Pêngava Şoreşger ya Zagrosê de li herêma Zapê;

Di 18’ê çileye saet 09:00, 09:40, 11:30 û 18:00’an de li derdora herêma Çemço ya navçeya Şêladizê ya Amêdiyê tîmên me yên gerok 4 caran bi çekên giran li dagirkeran dane û 3 dagirker hatin cezakirin. Hêzên me tespît kirin ku hin ji van dagirkeran bi cil û bergên sivîl li qadê digeriyan.

Di 18’ê çileyê saet 14:45’an de nêzî herêma Çemço ya girêdayî navçeya Şêladizê ya Amêdiyê tîmên me yên YJA Starê ve bi taktîka sûîkastê li dagirkeran dan û dagirkerek hat cezakirin.

Êrîşên ku artêşa tirk a dagirker ên bi bombeyên qedexe û çekên kîmyewî kiriye;

Di 18’ê çileyê çeperên berxwedanê yên gerîlayan ên nêzî herêma Çemço ya girêdayî navçeya Şêladizê ya Amêdiyê ji sibehê heta şevê 11 caran bi çekên kîmyewî hatin bombekirin.

Êrîşên artêşa tirk a dagirker;

Di 18’ê çile de herêmên Gundê Girê û Gundê Kanîsarkê yên Garê û herêma Goşînê ya Xakurkê 7 caran bi balafirên şer hatine bombekirin.

Di 18’ê çileyê de çeperên berxwedanê yên gerîla yên nêzî herêma Çemço û gundê Sîda ya girêdayî navçeya Şêladizê ya Amêdiyê bi dehan caran bi obus, tank û çekên giran hatin bombekirin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar