Dewleta tirk a dagirker bi hêzeke pir mezin di sala 2022’yan êrîşî Herêmên Parastinê yê Medyayê kir. Armanca sereke li herêma Zapê gerîla dorpêç bikin û gerîla têk bibin. Li hemberi vê dagirkeriyê Gerîlayên Azadiya Kurdistanê bi îradeyek ji pola li ber xwe dan û derbên giran li dagirkeran xistin. Dagirkerî tevî hemû cûre êrîşên dermirovî nekarî îradeya gerîla bişkîne û gerîla tune bike. Berovajî vê yekê dewleta tirk a dagirker ji ber derbên gerîlayên azadiyê hatiye ber hilweşînê. Yek ji cihên ku berxwedaniyek bêhempa lê hat kirin keleha Çemço ye. Li vê derê dewleta dagirker salek zêdetir nekarî biçe ser, ruxmê hemû êrîşên dijwar û kîmyasalê Gerîlayên Azadiya Kurdistanê nehiştin yek gav pêşde bavêjin. Gerîlayên ku di keleha Çemço de diman bi berxwedana xwe ya bêhempa dîrok nivîsandin. Yek ji gerîlayên YJA Starê ku di roja destpêkê û heya dawî di nava vê berxwedanê de ma gerîla Şîlan Kendal e.
Gerîla Şîlan kêliyên berxwedanê û di wan kêliyan de hestên xwe wiha tîne ser ziman: “Navê min Şîlan Kendal e. Sala 2022 dewleta Tirk a dagirker operasyoneke berfireh li ser Herêmên Parastinê yên Medya da destpêkirin. Destpêkê ez li kampa Şehîd Arjîn dimam, dijmin êrîşê Kurojaro, Girê Şehîd Karker, Kunîşka û Girê Şehîd Şahîn kir, li wir destpêkirin. Beriya dijmin bikeve Çemço me dijmin dişopand. Desptêkê plana dijmin ew bû ku di nava çend mehan de bigihîjin armanca xwe. Ji xwe bi wî rengî daxuyaniyên xwe didan ku ev operasyon wê di nava çend mehan de xilas bibe, hem gerîla hem jî gel tune bike. Lê ev berxwedana ku hevalan li hember vê operasyonê da nîşandan hişt ku dijmin vala derkeve. Ji ber ku li her derê berxwedaneke bêhempa hate raberkirin. Îro gelek kes jî li ser vê berxwedanê diaxivin. Dijmin hemû baweriya xwe bi teknîka xwe dianî. Dema dijmin bi helîkopteran dixwest li ser giran leşkeran dane, hem di Keleha Çemço hem jî di Girê Şehîd Adil de mudaxale dihate kirin. Hevalan bi vî rengî ne dihiştin ku dijmin li ser axa Kurdistanê xwe bi cih bike. Yê ku me bi çav dîtî heval nedihiştin ku dijmin wusa rehet tevbigere û berxwedana hevalan jî bi rastî hem di warê moral de û hem jî di warê coş de di asteke jor de bû. Destpêkê jî bi taybetî ku di milê me de xuya dikir Girê Şehîd Şahîn bû.
Dijmin destpêkê pir rehet dihat li ser tunelên berxwedanê û kîmyasal bi kar dianî. Dema ku destwerdana hevalan dîtin, êdî tedbîrên xwe girtin. Êdî rehet nedikarîn werin li ser tunelên şer. Berxwedana hevalan hişt ku dijmin nekare rehet çekên qedexekirî bi kar bîne û nekare li ser axa me rehet tevbigere. Dijmin beriya leşkeran li cihekî dane bi saetan ew dever topbaran û bombardûman dikir. Me vê demê ferq dikir ku dijmin dixwaze wî girî bigre. Lê hevalan destûra vê yekê nedida. Ger mirov bêje çima kîmyasal û çekên qedekirî bi kar dianîn, ji ber ku ne bi balafirên xwe, ne bi tangê xwe, ne jî bi obûsên xwe nedikarî encam bigre. Dijmin ji ber encam negirt çekên kîmyewî bikar anî. Ji xwe hevalan li jêr van şertên giran li ber xwe didan. Ji bo ku heval ji çekên kîmyewî bandor bibin hemû rêbaz bikar dianîn. Ji ber ku yê di wan giran de heval bi hevdu re dixistin yek, hevrêtî û berxwedan bû. Yê ku min bi xwe bi çavê xwe dîtî û heya astekî şopandî jî bi wî şeklî bû.
Piştî kampa Şehîd Arjîn vesaziya min li Keleha Çemço çêbû. Min cihê xwe di Keleha Çemço de girt. Dema ez çûm jî ji xwe di destpêka operasyonê de jî sazûmaniyek hevalan hebû. Sîstema nobetê bigre, dema tevger çêbe heval çawa tevbigerin li gel kîjan pencera bin hemû birêkûpêk bû. An jî kîjan çekê li ku derê bi kar bînin diyar bû. Yanî di vê mijarê de hevalan sazûmaniyek xwe çêkiribûn. Rastî di vî girî de hevaltiyek pir xurt hebû. Ji çekên me zêdetir îradeya hevalan û hevaltiya hevalan bû ku hişt em serketî bin. Ger ku ev neba dibe ku me jî nekarîba em di gir de li ber xwe bidin. Ew berxwedanî, ev hevaltî, ruh û îrade me ji ku girtiye ji xwe her kesek dizane. Ji xwe fikirandina hevalan hemûyan bi heman şêwazî bû. Hevalan ew qebûl nedikir ku dijmin wusa rehet li ser axa me tevger bike. Dema ku dijmin hat Çemço jî heval bi wî ruhî tevdigeriyan û her kesek cihê xwe dizanî bû. Hemû heval li ser branşên xwe disekînî. Min carna ji xwe pirs dikir, ev çi ruh e ku di nav me de bêyî yek ji yekê re bêje herkes karê xwe fêm dike. Rastî mirov bi vê berxwedanê moral werdigirt û dilê mirov rehet dibû ku mirov digot heya hevalên wisa hebin, ruhekî wisa hebe, hevaltiyekî wisa hebe, di heman demê de berxwedaniyek wisa jî hebe dilê mirov jî rehet e. Îro sibe çi dibe bila bibe serketin a me ye. Yek jî me digot derveyî serketinê em tiştekî ji xwe re qebûl nakin.
Gelek caran hewldanên dijmin çêdibû ku têkevin keleha Çemço. Lê belê hêza dijmin têra vê yekê ne dikir. Tam salekê hewl dan têkevin vê kelehê. Helbet berxwedanê destûra vê yekê nedida. Ev destwerdan hemû bi ruhê hevalan derket pêş. Ew ruhê berxwedanê bû. Carna bi şev jî dijmin dixwest were ser gir. Me ferq dikir û me nedihişt ku dijmin were ser gir. Me digot ger pêwîst bike em ne şev birazin, ne jî bi roj birazin. Lê dîsa jî em ê destûr nedin ku dijmin were li ser vî girê. Hem bi roj, hem jî bi şev ceribandinên xwe çêdibûn lê ji ber heval pir bi hişyar bûn û dema ferq dikirin bi şeklê kemîn em li ber pencera diman, carna bi saetan em diman. Lê rojekê min nedît ku hevalek bêje cihekî min dêşe, an jî ez westiyam, bê xew mam, birçî bûm, tenê tişta ku di mêjiyê me hemû hevalan de derbas dibû ew bû; em ê nehêlên ku dijmin were ser vî girî. Çi dibe bila bibe em ê bi ser bikevin, serketina xwe bi dest bixin. Hemû fikirandinê hevalan ev bû. Derveyî vê jî çekên ku hevalan bi kar dianîn doçka bû, bîksî bû çekên ferdî bûn çekê sekvanî zagros bû, me dizanî nikarin werin ser gir, lê me her îhtîmal li berçavan digirt. Li kêleka van çekan hevalên sabotajê jî li gorî vê karê xwe dikirin.
Hemû heval bi coş û bi moral bûn. Hem dixwestin biçin dijmin bişopînin, hem jî dixwestin çalakî lidar bixin. Ji ber dijmin nikarî bû were ser gir di kîjan demê de balafir lê bidin me ne dizanî bû. Me ji hevalan re digot hûnê bişopînin, me hemûyan jî hevdû hişyar dikir. Me giştî hevalan digot pêwîste di warê şopandinê de em navber nedin û pêwîste em xefletê jiyan nekin. Pêwîste heya dawiyê em ewlekariya xwe dîqet bikin. Hemû heval li ser vî esasê tevdigeriyan. Ji bo vê jî salek zêdetir derbas kir em di gir de man, ne tiliya hevalekî brîndar bû, ne jî me windahî da. Ji xwe me hemû hevalan dema di nav xwe de nîqaş dikir me ji hevdû re qebûl nedikir, me digot di vî girî de ne windahî çêbibe, ne jî tiliya hevalekî brîndar bibe. Hîşyariyên ku dihatin kirin jî ji xwe piranî ji bo ewlekariyê bû. Ji ber dijmin jî pencerê me ferq kiribû me nedihişt heval zêde ber pencera bisekînin. Carna me mermiyek diavêt, dijmin pir panîk dikir derdorên xwe bêserûber gulebaran dikir. Dema em dihatin gel hevdû me li ser dijmin nîqaş dikir. Ji wir şûnde tevgerê xwe wisa kirine. Hevalan jî digot wana nasekinin û lewma em diçûn ser çeka xwe û me çalakî li dardixist. Hemû çalakiyên hevalan jî bi encam bûn. Windahiyên dijmin çêdibûn. Windahiyên dijmin ên ku çêdibûn di dilê dijmin de tirs dida avakirin. Dijmin çi çek heba bi kar dianî. Dema wisa dibû jî hevalan pir moral digirt. Yek mermiyê dihişt ku dijmin tevlihev bibe. Dibe îro ev wekî mermiyekî qilêşê be dibe caran heval ne di ferqê de bin jî lê ev ruhê hevalan bû ku dihişt dijmin wusa derdora xwe bê ser û ber gulebaran bike. Ev berxwedaniya ku didan meşandin hemû ji ber ruhê hevalan bû. Heya ku tarîtî diket heval nedisekînin, carna bêhna hevalan teng dibû, me dizanî dijmin derve jî nîne ji ber diketin çadirên xwe de dernediketin, ji ber her me dişopand. Hevalan digot em biçin li wan bidin çawa wisa li ser axa me rehet dirazin. Emê nehêlin ku wisa rehet birazin. Dema me li wan didan wan di êvarê de destpê dikir heya siharê her derdora xwe gulebaran dikirin.
Raste dijmin Keleha Çemço xistibû dorpêçê lê ruhê me nekarî bû bigre. Dibe ku dijmin wisa fêm kiribe. Dijmin tu carî nekarî îrade, berxwedanî û rêhevaltiya me bişkîne. Tiştê ku wan dixwest nikarî bû pêk bîne. Em çi qas behsa berxwedaniya hevalan bikin jî wê têrê neke. Tişta ku herî zêde min kêyfxweş dikir jî berxwedaniya li devera Çemço bû. Carna min digot ger mirov gel hevalên wisa be tu tişt pêşiya mirov nabe asteng. Ji ber ku di her girî de berxwedanî çêbû. Mînak di Şikefta Brîndaran de berxwedaneke bêhempa çêbû. Dema me li ser bêtêlê dengê hevalan digirt, me jê moral werdigirt. Me digot ger hevalên li devera Şehîd Şahîn çalakî lidar xistine, em ê jî îro çalakiyekê li dar bixin. Heya destê hevalan dihat hemû erkên ku diket ser mile wana bi cih dianîn. Di tûnelên şer ên Çemço de nîqaşên me hemû li ser dijmin, me digot ka em ê çawa dijmin têk bibin û li ser vê yekê nîqaş dikir. Li gel ew qas zehmetiya hevalên di wê tunelê de pêşeroja şer difikirîn. Ji destpêka berxwedanê heya roja dawî me li beramberî dijmin yek windahî jî neda. Lewra me windahî ji bo xwe qebûl nedikir. Heya em gihîştin hevalan jî her bi wî rengî bû. Salekî zêdetir ev operasyon dirêj kir û dijmin nikarî bû were ser kelehê. Dûbarê bibêjim sedema vê yekê teqez ruhê berxwedaniyê bû. Dibe ku ez nikaribim hemû tiştî bînim ser ziman. Min pêwîstî dît ku piçek jî be behsa wan kêliyên şer bikim, lewra divê mirov li keda hevalan û li keda xwe xwedî derbikeve.”