Li Çewlîkê di serdegirtina malan de gelek kes hatin binçavkirin
Li navenda Çewlîkê îro serê sibê polîsan bi ser gelek malan de girt. Di serdegirtina malan de mal hatin serûbinkirin. Namzetê Meclisa Şaredariya HDP’ê ya Çewlîkê Mehmet Bahçadurmuş, endamên Meclisa Ciwanên HDP’ê, Yunus Bulut, Serkan Kaya, Kanî Solmaz û Kanî Tunç jî di nav de gelek kes hatin binçavkirin.
Kesên binçavkirî birin Midûriyeta Polîsan a Çewlîkê. Dozgeriya Çewlîkê biryara nepen danî ser dosyayê û hinceta binçavkirinê nehat zanîn. ÇEWLÎK