Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cumartesi - 21 Eylül 2024

Li cîhanê zêdetirî 13 hezar kes ji ber vîrûsa koronayê mirin

Navenda Nûçeyan |

Şewba vîrûsa koronayê (Covîd -19) hem li Tirkiyeyê û hem jî li tevahiya cîhanê roj bi roj zêde dibe. Li gorî daneyên dawî yên 22’yê adarê, heta niha li tevahiya cîhanê13 hezar û 69 kes ji ber vîrûsa koronayê jiyana xwe ji dest dane. Her wiha 308 hezar û 594 kes jî bi şewba vîrûsê ketine.

ÇÎN

Li Çînê ku yekemîn welat bû ku vîrûs lê hate dîtin, di rojên dawî de kesên bi şewba vîrûsê ketin nînin. Bi giştî li Çînê heta niha 81 hezar û 54 kes bi şewbê ketin û ji van 3 hezar û 261 kesan jiyana xwe ji dest daye.

ÎTALYA

Li Îtalyayê di 24 saetên dawî de 793 kes ji ber vîrûsa koronayê mirin. Li tevahiya welat heta niha bi giştî 4 hezar û 825 kes ji ber vîrûsê mirin. Dîsa li tevahiya welat 53 hezar û 578 kes jî bi şewba vîrûsê ketine.

ROJAVAYÊ KURDISTANÊ

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê heta rayedarên tenduristiyê rastî bûyereke vîrûsê nehatine. Lê li hêlekê xebatên xweparastinê yên ji vîrûsê tên pêşxistin û li hêla din jî Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li gel peymangeha PESA Swêdê kîteke ku vîrûsa koronayê di 30 saniyeyan de tespît dike pêş xist.

TIRKIYE

Li Tirkiyeyê vîrûs her ku diçe bêhtir belav dibe. Bi vê ve girêdayî hejmara miriyan jî zêdetir dibe. Li gorî daneyên fermî heta niha 21 kes ji ber vîrûsê mirine û 947 kes jî pê ketine. Lê tê gotin ku hejmara kesên ji ber vîrûsê mirin û yên pê ketin ji ya tê gotin pir zêdetir e.

DYA

Li welatê herî pêşketî DYA’yê jî roj bi roj hêjmara miriyan zêde dibe. Heta niha 348 kesan jiyana xwe ji dest dan û 26 hezar û 892 kes bi şewbê ketin.

SPANYA

Li welatê Spanyayê jî şewb belav dibe û rêjeya miriyan zêdetir dibe. Heta niha hezar û 382  kes bi vîrûsa koronayê mirin û 25 hezar û 496 kes jî pê ketine.

ALMANYA

Yek ji welatên ku vîrûsa koronayê lê belav dibe jî Almanya ye. Heta niha li Almanyayê 22 hezar û 364 kesên ku bi vîrûsê ketin hatine tespîtkirin. Her wiha 84 welatî jî ji ber vîrûsê jiyana xwe ji dest dan.

FRANSA

Şewba vîrûsa koronayê li Fransayê jî her ku diçe belavtir dibe. Ji ber şewba koronayê heta niha 562 welatiyan jiyana xwe ji dest dan û 14 hezar û 459 kes jî bi şewbê ketin. Qedexeya derketina kolanan a li Fransayê hê jî didome.

ÎRAN

Îran yek ji welatên ku herî zêde ji vîrûsa koronayê bandor bûye ye. Li Îranê şewb her ku diçe belav dibe. Heta niha li îranê hezar û 556 kesan jiyana xwe ji dest dan.  Li tevahiya welat 20 hezar û 610 kes bi şewba vîrûsê ketine.

ÎSRAÎL

Li Îsraîlê jî heta niha 883 kes bi şewbê ketine. Lê belê li temamiya welat heta niha tenê kesekî ji ber vîrûsa koronayê jiyana xwe ji dest daye.

VENEZUELA

Li Venezuelaye jî heta niha 70 kes bi şewba koronayê ketine. Rêveberiya Venezuelayê welat xistiye karantînayê. Karantîna hê jî didome.

YEWNANISTAN

Li Yewnanistanê jî heta niha 530 kes bi şewbê ketin û ji van bi giştî 13 kes pê mirin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar