Di dema civîna bilind a Neteweyên Yekbûyî de ya li ser avhewayê, afîşeke mobîl a ku bal dikişand ser hevkariya Tirkiye û çeteyên DAÎŞ’ê bal kişand.
Afîşa mobîl bi sponsoriya Turkey-ISIS Research Project (Projeya lêkolînkirina Tirkiye-DAÎŞ) de li New Yorkê hate gerandin. Li afîşê wiha hate nivîsandin: Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan bi xêr nehatiye DYA’yê.
Li afîşê ku wêneyekî mezin ê Erdogan lê bû nivîseke wiha hate nivîsandin: “Erdogan bavê terorîstên cîhadîst e, bi xêr nehatiye DYA’yê”.
Afîşa mobîl di dema civîna bilind a avhewayê de ku Erdogan jî tevlî bû li New Yorkê hate gerandin.NEW YORK