Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

Salı - 9 Temmuz 2024

Li çiya 15’ê Tebaxê hat pîrozkirin

Fedaiyên Apoyî salvegera 39'an a Pêngava 15'ê Tebaxê pîroz kirin. Di çalakiyê de hat gotin, "Berdêla xwe çi dibe bila bibe, em ê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo misoger bikin."

Fedaiyên Apoyî yên ku roja 15’ê Tebaxê dewreya perwerdeyê qedandin, merasîma mezûniyetê lidar xistin û salvegera Pêngava 15’ê Tebaxê pîroz kirin.

Di axaftina li merasîmê de hate gotin, “Bi navê fedaiyên Rêber Apo hemûyan em salvegera 39’an a Cejna Vejînê ya 15’ê Tebaxê di serî de li afirînerê vê rojê li Rêber Apo, tevahiya gelê Kurdistanê, gelên azadîxwaz ên bindest pîroz dikin. Em Cejna Vejînê ya 15’ê Tebaxê li Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê pîroz dikin ku li çiyayên Kurdistanê li dijî êrîşên faşîzmê yên dagirkeriyê şerê man û nemanê dimeşînin. Em bi hêsanî negihîştin vê astê. Weke tevger me berdêlên giran dan. Bi vê wesîleyê em şehîdên xwe hemûyan ên ku bi xwîna xwe têkşoîna azadiyê av dan, di şexsê fermandarê me yê mezin hevrê Egîd, fermandarên demê Fazil Botan, Leyla Sorxwîn, Norşîn Efrîn û Delîl Zagros de bi rêzdarî bi bîr tînin. Soza ku me dane wan em careke din dubare dikin.”

Di axaftinê de hate ragihandin ku di dîroka PKK’ê de xeleka jiyana bi rûmet û berxwedan her tim bi hêviyê hatiye avakirin û hate gotin, “Dijminê faşîst û dagirker 8 sal in bi teknîka şer a NATO’yê êrîşî qadên gerîla dike. Ji Botanê heta bi Serhedê, ji Xakurkê heta bi Zapê dixwaze dagir bike û pêvajoya qirkirinê ya ku bi Lozanê li dijî Kurdan hate destpêkirin, temam bike. Li hemberî van êrîşan hemûyan, weke gerîlayên profesyonel ên Rêber Apo bi rêbaz û taktîka demê, bi şerê tîm û tunelan me êrîş û taktîka dijmin têk birin. Mînaka herî şênber a vî şerî jî berxwedana li tunelên şer ên li Şehîd Dogan û Şehîd Mûnzûr e. Her wiha li Girê Cûdî bi rêbaz û taktîka demê her roj çalakiyên serketî li dijî dijmin têne kirin ku ev yek jî nîşaneya têkçûna dijmin e. Rêber Apo 25 sal in li hemberî êşkence, îzolasyon û tecrîda giran a li Îmraliyê û li dijî komplogeran têkoşîneke bêhempa dimeşîne. Ev têkoşîn bû çavkaniya hêzê ji gerîla re. Li Çiyayê Bagokê di şexsê Şehîd Zana û Şehîd Xebat de bû derd ji dijmin re. Bila hikumeta faşîst a Erdogan û Bahçelî baş zanibe; weke gerîlayên fedaî yên Rêber Apo berdêla xwe çi dibe bila bibe em ê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo misoger bikin. Em ê jiyaneke bê Rêber Apo li xwe heram bikin. Bi ruhê Şehîd Sara û Şehîd Rûken em ê serketinê teqez pêk bînin. Bi vê wesîleyê em careke din dibêjin; Bijî 15’ê Tebaxê, Bijî Bijî Rêber Apo!”

Gerîlayên ku Cejna Vejînê pîroz kirin, piştre ber bi qadên xwe yên kar bi rê ketin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar