Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

Pazar - 29 Eylül 2024

Li çiyayên azad agirê Newrozê pê xistin

Ji Kawayê Hesinkar heta Mazlum û Sarayan roja Newrozê bi berxwedanî tê pîroz kirin. Ji ber vê yekê Newroz; vejîna gelê kurd e. Şopdarên vê berxwedanê jî gerîlayên Kurdistanê ne. Agirê Newrozê li serê çiyayên Kurdistanê hat dadan û bi şahiyekî roja vejînê hat pîrozkirin.

Gerîlayê HPG’ê Hogir Amed ji bo Newrozê hestên xwe anî ziman û wiha got: “Di serî de cejna Newrozê ya Rêber Apo û hemû gelan pîroz dikim. Heval Mazlum li zindana Amedê bû sembola berxwedanê û di roja 21’ê Adarê de bû ronahiyek. Em hemû jî di şopa vê berxwedanê de dimeşin. Li her çar parçeyên Kurdistanê em ê berxwedan û têkoşîna xwe hîn mezintir bikin û dijminê dagirker ji axa xwe derînin. Heta dawî jî em ê bibin şopdarê şehîdên xwe.”

‘Em soza serkeftinê didin’

Şahiya gerîlayan bi gerandina govendê û gotina stranan dewam kir. Gerîlayeka YJA Starê Berfîn Efrîn, wek jin li serê çiyayên Kurdistanê pîrozkirina Newrozê nirxand û ev tişt anî ziman: “Wek jin cihê xwe di nava têkoşîna azadiyê de girtin û hemû dema wek Newrozê pêşwazî kirin hêzekî mezin ava dike. Cejna Newrozê her tim bi berxwedanî tê pîrozkirin. Em di vê biharê de, roja Newrozê de cardin soza serkeftinê didin. Em ê bi berxwedanê re bi ser bikevin. Ev sal bibe sala azadiya Rêber Apo û ya gelê kurd. Têkoşîna ku li her çar parçeyê Kurdistanê tê meşandin wê bi xwe re encamên xurt jî biafirîne. Di vê roja bi nirx de bawerî û armancên me ji her demê xurtir e. Têkoşîna yekbûyî re em ê vê salê bikin sala serkeftina gelê kurd.”

‘Îdiaya me azadiya Reber Apo û gelê me ye’

Ji gerîlayên YJA Starê Sarîna Urfa jî ji bo wateya Newrozê wiha axivî: “Heval Sema, heval Sara û bi hezaran jinên têkoşer bi berxwedanê re bûn sembol. Em jî wek jin di şopa şehîdên me yên mezin de têdikoşin. Em ê di rêya wan de agirê Newrozê hîn geştir bikin û bi têkoşîna azadiyê re tola wan bigrin, gavên hîn xurtir biavêjin. Wek gerîlayên YJA Starê di vê Newrozê de îdiaya me, azadiya Rêber Apo û gelê me ye. Bi agirê Newrozê re berxwedana me hîn xurtî pêş bikeve.” BEHDÎNAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar