Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Cuma - 4 Ekim 2024

Li çiyayên Kurdistanê destana dîrokî têne nivîsîn

Gerîayên HPG û YJA Starê bi berxwedaniya ku li çiyayên Kurdistanê dikin destanên dîrokî dinivîsin. Gerîla Ronî Dêrik û Baran Gabar diyar kirin ku ew bi hêz û baweriya ku ji şehîdan girtine derbên giran li dijmin dixin

Li dijî êrîşên dagirkeriya qirker ên tirk gerîlayên HPG û YJA Starê li Zap, Avaşîn û Metînayê berxwedaniya xwe didomînni. Gerîlayên HPG’ê Ronî Dêrik û Baran Gabara têkilî şerê domdar axivîn.

Gerîla Ronî Dêrik diyar kir ku dewleta tirk 45 roj in bi teknîka herî pêşketî êrîşê Qadên Parastinê yên Medayê dike û wiha got: “Lê li hemberî van êrîşan berxwedana gerîla didome. Vîn û berxwedan nahêle ku plana dewleta tirk pêk were. Dewleta tirk li bara xebatên gerîla bêgav dimîne, ji ber vê serî li rêbazên gemarî dide. Ji bo ku têkeve tûnelên me yên şer çekên qedexe bi kar anî. Hêza gerîla ji teknîka pêşketî ya dewlta tirk xurtir û bêhtir karîger e.”

‘Hêza me û baweriya me li cih e’

Gerîla Ronî destnîşan kir ku ew bi hêza ku ji şehîdên Cenga Xabûrê û Bazê Zagrosê girtine li ber xwe didin û ev tişt anî ziman: “Em ê tu carî destûrê nedin ku dewleta tirk têkeve qada me û bi rehetî tevbigere. Hêza me û baweriya me li cih e û em ê tu caran li bara tu êrîşan bêbersiv nemînin. Tekane tişta ku ji me tê xwestin ew e ku em li ber xwe bidin û li dijî dijmin bisekinin. Dewleta yirk çendî êrîşê bike jî em ê bi ruhê Apoyî bersivê bidin.  Tekane tişta ku ji me tê xwestin ew e ku em li ber xwe bidin û li dijî dijmin rawestin. Em careke din soz didin hevrêyên şehîd ku em ê destûra dagirkeriyê nedin û heta serfiraziyê li dijî dijmin şer bikin.”

Taktîkên profesyonel

Di heman mijarê de gerîlayê HPG’ê Baran Gabar jî ev tişt anî ziman: “Gerîla bi taktînên û profesyonel derbên giran li dijmin didin. Gerîla li dijî artêşa tirk a dagirker çalakiyên serkeftî dikin. Di tûnelên şer de berxwedaniyeke dîrokî heye û her tûnel bû keleha berxwedanê.

Li Siyanê û Mam Reşo dijmin hewl da ku têkeve tûnelên gerîla lê plana dijmin bi ser neket. Berxwedana ku bi ruhê Apoyî û fermandar Şoreş Beytûşşebab derketî holê bi helwesta fermandar Serhad Giravî û hevrêyên wî didome. Fedaîtiya van hevrêyan fermana berxwedan û bersivê didome. Ev ruh dike ku dijmin zoriyan bikişîne û bi paş ve gav bavêje.

Em bi moral û motîvasyoneke geş li dijî dagirkeriyê disekinin. Bi moral û motîvasyona ku me ji Rêber Apo standî û bi hêza ku me ji hevrêyên standî em li dijî dagirkeriyê têdikoşin.”

Her wiha Baran li dawiya axaftinê got ku dê têkoşînê geştir bikin û li ser şopa şehîdan bimeşin. BEHDÎNAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar