Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Cumartesi - 5 Ekim 2024

Li Cizîrê kedkarên tenduristiyê hatin bibîranîn

SES’ê endamên xwe Azîz Yûral, Şehmûs Dursun û Eyup Ergen ên di serdema qedexeya derketina derve de li Cizîrê û Elkê hatin kuştin, di salvgera 5’emîn de bi bîr anî

Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê di 14’ê Kanûna 2015’an qedexeya derketina derve hatibû ragihandin. Navçe bi mehan hatibû dorpêçkirin û şer qewimîbû. Di dema qedexeyê de endamê Sendîkaya Kedkarên Xizmeta Tenduristiyê û Civakî (SES) ya Cizîrê Azîz Yural dema dixwest alîkariya jinekê bike ji aliyê tîmên taybet ve hatibû kuştin. Her wiha kedkarên tenduristiyê Şehmûz Dûrsûn li navçeya Elkê ya Şirnexê di meha îlona 2015’an de û Eyûp Ergen li navçeya Cizîrê hatibûn kuştin. Her sê kedkarên tenduristiyê di salvegera 5’emîn de li ser gorên xwe ji aliyê SES’ê ve hatin bibîranîn.

Malbata Yural, Hevserokên SES’ê Selma Atabey û Husnu Yildirim, nûnerên Weqfa Mafê Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) û nûnerên Konfederasyona Sendîkayên Kedakrên Cemaweriyê (KESK) ên Mêrdîn, Sêrt, Amed û Şirnexê û rêveberên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) beşdarî bîranînê bûn.

Piştî deqîqeyek rêzgirtinê hevserokê SES’ê yê Cizîrê Umut Çîmen axivî. Çîmen her sê kedkarên tendûristiyê bi bîr anî û wiha got: “5 sal berî niha hevalê me di berdela ku jineke birîndar rizgar bike hat qetilkirin. Em soz didin hevalê xwe ku em ê di rojên xweş bînin. Em ê mîrasa ku Azîz, Eyup û Şehmuz ji me re hiştin, xwedî lê derbikevin. Em ê ji bo her jiyanek ji me hat stendin têbikoşin. Têkoşîna me ya li dijî xerabiyê wê bidome.”

‘Em ê têkoşîna wan mezin bikin’

Pişt re hevserokê SES’ê Hûsnû Yildirim axivî. Yildirim jî bal kişand ser têkoşîna kedkarên tendûristiyê û wiha axivî: “Hevalê me dema ku dixwaze li kolanê jineke birîndar rizgar bike tê qetilkirin. Hevalê me peywîra xwe bi cih anî. Em soz didin Ezîz, Şehmuz û Eyûp ku em ê têkoşîna aştiyê, demokrasiyê mezin bikin. Di vê oxirê de em hevalên ku jiyana xwe ki dest dane bi rêzdarî bibîr tînin.”

Piştî axiftinan beşdaran qerenfîlan danîn ser gora Yûral û bîranîn bi dawî bû. ŞIRNEX

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar