Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî çalakiyên gerîlayan daxuyanî da û ev agahî parve kir:

“Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de;

14’ê cotmehê saet di 08:30’î de li navçeya Çelê ya Colemêrgê li dijî dagirkerên li qereqkola Şikêrê, hêzên me bi rêbaza sûîqestê çalakî kirin. Di vê çalakiyê de dagirkerek hat cezakirin.

14’ê cotmehê saet di 16:45’an li qada Kela Bedewê ya herêma Zapê, hêzên me li çepera çeka A-4 a dagirkeran xistin. Di vê çalakiyê de çeper hat rûxandin, çeka A-4 hat îmhakirin û 2 dagirker hatin cezakirin.

14’ê cotmehê saet di 07:00 de li qada Girê Koordîne ya herêma Zapê, hêzên me bi çekên giran li dagirkeran xistin. Di vê çalakiyê de bi rengekî serketî li hedefên hatin diyarkirin hat xistin.

Ev çalakiyên berfireh ên hêzên me ji bo hilanîna tola Fermandar Cûmalî Çorûm û şehîdên Werxelê hatine lidarxistin ku di encama bikaranîna çekên kîmyewî de şehîd bûn.

14’ê cotmehê saet di navbera 07:20-18:00 de li herêma Zapê qadên Sîda, Şehîd Şahan, Cîloyê Biçûk, Şamkê, Tîpa T, Kûnîşka û Çiyayê Reş bi balafirên şer û çekên giran hatin bombekirin. Heman rojê bi şev qada Tîpa T bi helîkopterên êrîşê hat bombekirin.

14’ê cotmehê saet di 12:30’î de li qada Goşîne ya Xakurkê, Girê Rostê bi balafirên şer hat bombekirin.

14’ê cotmehê saet di navbera 20:00-22:00 de li herêma Avaşînê li qadên Mervanos, Tabûra Ereban, Girê Silêman, Girê Spî û Girê Sor helîkopter geriyan. Heman saetê qadên Stûnê, Girê Şehîd Elî, Geliyê Basya û Kartalê bi helîkopterên êrîşê hatin bombekirin.” BEHDÎNAN